Ez û tu?

Bêçarê Kurd

Eva ezim ewa tu

Li dû hevin yek û du

Dilek jiyan nake me

Ji derdan re man li dû

Kengê bi te bêşim ez

Serî li ser lêşim ez

Xwîn ji dil verêşim ez

Kul û keser dil vepû

Ka destê te bide min

Bi min û te yek dijmin

Gava ku çû serê min

Bizan tujî her li dû

Bizan wek hev bimirin

Ger bi hişa nekirin

Nikarin tew bifirin

Ber bê ketin weka mû

Gava ku çûm tu li pê

Heyfa rondîk ji çav tê

Wek hev diçin nê û mê

Hey wax li serê ku çû

Tenha neçe civînê

Hêk dernexe ji kûnê

Dijmin me tev nabînê

Ji kêsêra nebe dû

 Ka destê te bide min

Çavan derxin li dijmin

Cîhan li me guhdare

Yek helwest bin hema zû

Gava ku em yek dest bin

Dil û can yek helwestin

Emê zûka serbest bin

Guh nedin fûta bi hû

27/12/2024-Kobanî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Pêşeroj Cewherî

Hindî ji te hiz dikim ez

Newêrim nav li te bikim

Ger bibim çemê evînê

Navêm bê te biherikim

Keder û ken du navên te

Bi herdu hêma hisretim

Bêje nîne ji pesnê te

Nizanim çi pey te ketim

keçika hinav û dila

Kedera búye dilberî

Perî ji bejna şerm dikin

Te por berdaye bajarî

Bo rúmeta evîndara

Dilo hêdî hêdî bigrî

Ji bed bextî û derdara

Hemî…

Konê Reş

Wek ku diyar e, şoreşa gelê Sûriyê di roja 15ê Adara 2011an de, bi têkoşîn û berxwedana xelkên wê yên curbicur destpê kir… Piştî 13 salan, 8 mehan û 22 rojan, şoreş biserket.. Belê di van salan de berdêlên pir mezin hatin dan wek; wêrankirina hovane ya hejmareke mezin ji bajar, tax û…

Dr. Mihemed El-Ereb
Wergerandin: EBDILBAQȊ ELȊ

Bi dubare hilbijartina serokê amerîka Donald Tiramp re, hêviyên îmkana bidestxistina xewna dewleta kurdî zêde dibin, ku polîtîkayên derve yên Tiramp di wergirtina biryarên dîplomatîk de ber bi wêrekiyê ve diçin, ya ku asoyên nȗ jibo kurdan vedike ku sûdê ji vê berveçȗnê werbigirin jibo pêkanîna serxwebûna xwe. Di vê çarçoveya…

Ji weşanên kombûna zanyarên azad , dîwana helbestî bi sernavê : Destana min derket .
Pirtûk ji 157 rûpelan pêktê, mijarên vê pirtûkê , helbestên evînî û niştîmanî ne, helbestvan di navbera pêlên evînî ên girêdayî, ramanbûn, biyaniniyê û pirsên heyînî de digevize, bi awayekî tenik û rehet û bi nîşan û dîmenên curbercur ev dîwan…