Li Kurdistanê werzê agir e

Idrîs Hiso

Ji Efrîn û Cizîrê ta Kerkûka dagîrkirî, ji destpêka werzê Havînê û demsala çinîna ceh û genim li seranserî Kurdistanê nûçeyên şewitandina zeviyên cotkaran têne bihîztin.
Vê salê ji ber barîna baranek boş xelkê digot em dê pareyekî baş bidest bixin û ziyana salên borî qerebû bikin. Lê diyare wan nizanîbû tiştê ku ezman da wê îsal ji erdê were binax ango binagir kirin.
Bê gûman salane bûyerên agirpêketina zeviyan diqewimin û gelek zevî dibin qurbanî, lê ne bi qasî vê salê ku hîna destpêka werzê Havînê ye.

Çi derbarê van bûyarn tê gotin?
Li Efrînê tê gotin ku çekdarên terorîst ên opozisyona Sûriyê yên ser bi dewleta terorê, Tirkiyê ve, agir bi zevî û daristanên ku nikarin sûdê ji wan wergirin dixin, an jî ew deverên ku hîna kurd lê ne dişewitînin da ku bi yekcarê abûriya kurdan li wê deverê têkbidin û wan neçar bikin ku ji warê xwe koçbikin û bibin penaber û xelkên ku dixwazin vegerin venegerin an jî bîra vegerê ji serê xwe bavêjin û bê hêvî bibin. Ev bûyer û kiryarên hovane li ber çavê cendirmeyên tirk dibin bêyî ku ti karekî ji bo vemirandina wan agiran bikin.
Ji aliyekî din ve cendirmeyên tirk agir berdidn zeviyên ser sînor li her yek ji Serê Kaniyê û Dêrika Hemko bi mebesta ku tirsê têxin nava cotkarên Kurd û wan ji berhemê keda wan ya bi mehan mehrûm bikin û bêomîdiyê têxin dilê wan û hebûna Kurdan li seranserî Rojavayê Kurdistanê jinavbibin, ev jî qirkirin bi serê xwe ye.
Heger mirov baş bala xwe bide bûyerên ku dibin û bûyerên kuştina xelkê bi xwînek sar ji aliyê cendirmeyên terorîst ên Tirk û şewitandina zeviyên xelkê ku jêdera yekta ya jiyana wan e û gef û kiryarên çekdarên DAIŞê, wê demê wê nasbike çekdarên DAIŞê li Kurdistanê dixwazin armancên siyaseta Tirkiyê ku dixwaze kurdan li seranserî Kurdistanê qir bike bêktîne.
Li Kerkûka dagîrkirî jî bi heman pilanê û ji bo heman armancan zevî û dexlên Kurdan têne şewitandin û Erebên ku bi biryarên stemkar û bi mebesta asîmilasyona deverên Kurdsitanî hatine bi cih kirin daxwaza berhemê keda kurdan dikin an jî gefên şewitandina zeviyan li cotkarên Kurd dikin dikeve xizmeta heman siyaset û plana jinavbirina jêderê derameta Kurdan ku berhemên çendiniyê di nav de serekî ye.
Agirê ku çekdarên DAIŞê, cendirmeyên Tirk, şofîniyên Ereb û xezeba sirûştê di werzê havînê de ku bi zevî û deştên welatê min dixin ne besin, vêja em bi xwe jî dixwazin agir berdin bedena hev, aliyek dixwaze berê xwe bide xwînmijên me, û aliyek di xeyalan de ye û dixwaze em û sitemkar û dagîrkerên welatê me bibin dost û bira û aliyên din jî dixwazin bê dilopek xwêdan em bighên mafên xwe.
Havîn ji bo Kurdan werzê genim, zemawend û kêfxweşiyê ye, dijminên hindir û derve dixwazin bikin werzê şînî û xemgîniyê lê ew dê bisernekevin, çinku rehên Kurdan kûr kûr mîna darên zeytûnan xwe berdane dilê axa kurdistanê lewma ew dê nikaribin kokên me ji axa me rakin.
30.5.2019z
Kurdistan24- 06.06.2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…

Fewaz Ebdê

Ez ti carî wê sibehê jibîr nakim.

Çaxê rokê bi dizî tîrêjên xwe davêtin navtarên Niqare, weke ku nedixwest wê şiyar bike û qerebalixa rojane nebihîze: banga keleşêr û qidqida mirîşkan, barrîna sewêl û borrîna çêlekan, û kûçikên ku di wan sikakên teng de pey pisîkan diketin….