Konê Reş
Welato! Êdî bes e; bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike! Çax û demên min ji dilgirtin, girnijandin û hevdîtinê re nînin..! Li min bibore Welato! Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro) giyanê min dihejînin.. Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin.. Dil, di nav xaka Binxetê û Beriya Mêrdînê de perçe-perçe bûye.. Welato! Qenc dizanim tu ne kurkekî li xwekirinê ye ne jî, hozek pesnandinê ye. Tu her tiştî; tu qedera minî û ez qedera te me.. Welato! Tu pîvan û terazoyî.. Tu welatîyên çê û ne çê ji hev cuda dikî.. Pîvana welatiyên te bi hezkirina te ye..
Welato! Ziman nayêne dizîn.. Kes nikare zimanê welatîyên te bidize, ku welatîyên te li zimanê xwe guhdarbin, pê biaxifin û binivîsin.. Lê ku bi zimanê biyanîyan axifîn, nivîsandin û xwe qurakirin, wê hingê Welato; ne welatîyên te xwedî şaristanîne, ne jî zimanê te zimanekî bingihîne.. Zimanê xelkê nabe zimanê me.. Hebûna gelan di hebûna zimanê wan de ye Welato!
Konê Reş/ Qamişlo 17/10/2019







Şîrove (0)