Helbest u Vidyo

Lêborînek ji Çiya

Ebdilmecît Şêxo

Dîyarî ji roja helbesta kurdî re

 -1-
Di xewna rojan de
Di derya pêjna zarokên 
                       bajarê xwe de
Li ber ronahiya mûmekê
Di hembêza pîreke xemxwar
Ez li peyvên aware
                            digerim.
 -2-
Niha jî di vê nîşevê de
Bîhnek ne xweş
Çirên dilan
Ronahiyên çavên  jinebiyan
Li bajarê min
                               vedimrînin
Û hestiyên koçberên min
 -2-
Di bin pêlavên biyaniyan de
Qij,qij dişewitin
Lê ez li mistek axa
Bêhn buharî
 Çêj baranî
Qîrînên darên  Zêtunê
Girînên darên Merxê
Kenînên darên Sewliyê
Û Ednanê Cindo
Li kolanên Efrînê digerim.
Erê Çiyayê min!
Min hîn çavên dayika xwe
Bi bêhna te kil ne daye
ji kaniyên kovanên te
Tîbûna xwe ne şikandiye
Ji bedewa bejna te re
Li ber perestgeha Parse Xatunê
              limêj ne kiriye
Çiyayê min !
Bibuhre !Bibuhre!

Avdar,2019

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…