Di simînarekê de Nihênîkirina wateyan di helbestên Selîm Berekat de hat rexnekirin

 Idrîs Hiso

Roja 08.02.2019 di bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê simînarek wêjeyî bi navnîşana Nihênîkirina wateyan di helbesta erebî ya nûjen de, simînar ku ji aliyê nivîskar, lêkolîner  û rojnamevan Xalid Cemîl Mihemed ve hatibû amade kirin û hejmarek nivîskar, rojnamevan û helbest van li simînarê amade bûn hewiha hejmarek ji xwêner û kesayetiyên civakî jî amade bûn hat pêşkêşkirin.

Di simînara xwe de berêz Xalid behsa wê yekê kir ku, gelek caran rexnevan rexnên xwe li gorî nav û dengê nivîskarî dikin û ne li gorî berhem û deqên nivisandinê, û derbarê armanc ji vê vê simînarê ji rojnameya Kurdistan re axifî: Mebest ji vê simînarê ew e ku ez bêjim, hin helbest bi corekê têne nivisandin, xwendevan tiştekî jê tênagihê, ne tenê xwendevan lê belê helbestvan bi xwe jî carinan nizane bê çi nivisandiye, tu ji wî dipirsî çi wateya helbesta te nivîsiye, dibêje min nivisandiye û hew, başe heger asta ku girêdayî wate û peyama wê helbestê ve ne diyar be, ma mebest ji vê helbestê çiye? Ev yek wê derî li ber gelek xelk veke ku ji xwe re çend gotinan li pey hev rêz bike û rêzbendiyekê bide çend gotinan û wê bêje min jî helbestek nûjen durust kiriye, gelek helbestên navdaran hene heger tu bêjî ev helbesta ciwanekî ye û tu bide kesekî rexnevan wê bêje, bila ev gênc, ev ciwan biçe dest ji helbestê berde çinku ev ne helbeste, ev tenê gotinên vala ne, ti wate jê re nîne û ez tiştekî têngihêm, lê dema ku tu dibêjî ev helbest a filan helbestvanê mezin e, dibêje belê ev helbestek gelekî xurt e, êdî tevger, serederî û mamele ligel nav tê kirin û ne ligorî deq û nivîsê tê kirin, ev armanca me ji vê simînarê bû.
Helbestvan Menaf Mihemed ji Kurdistan re axifî: Tiştê herî baş di vê simînarê de ew e ku ji aliyê kesekî pispor tê pêşpêkirin, ji xwe aliyê din ew e ku her kes û her rexnevan ceger nake ku berhemên navên mîna Selîm Berekat bîne ber rexnê, herwiha ev sîminar aliyekî ji helbestên Selîm Berekat ku girêdayî asta wate û nameyê di helbestên wî de ye, lewma ev yek jî girîngiyê dide vê simînarê.
Nivîskar Celal Ebdullah ji aliyê xwe ve got: Ev şevbuhêrkek wêjeyî xweşbû, mamoste Xalid Cemîl bi şêweyekî zanistî û akadîmîk aliyek û hejmarek ji berhemên Selîm Berketa rexnekirin û tiştekî xweşbû. Min berhemên Selîm Berekat di warê romanê de xwendine û ew nivîskarekî mezin e, lê helbet ev yek nayê wateya ku rexnevan berhemên wî nede ber rexneyê, çinku gelek caran rexnevan ji bilî tiştên erênî li ser nivîskarên navdar nabêjin, tevî ku dibe aliyên nêgatîv û lawazbûn jî di berhemên wan de hebin, û ev yek ji mamoste xalid re tê hesab, ku ceger kir û berhemên nivîskarekî mîna S. Berekat da ber rexnê.
Di dawiya simînarê de û piştî ku hejmarek ji kesên amade hin pirs û pêşniyarên xwe gotin. Xalid Cemîl tekezî li wê yekê kir ku, rexne li berhemên Selîm Berekat ji aliyê naveroka çend helbestên wî ji aliyê asta wateyê nayê wê wateyê ku Selîm Berekat ne nivîskarekî mezin e û xwedan berhemekî zor e, lê her berhemekî wêjeyî divê têkeve ber rexneyê û aliyên lawaz û hêzbûna van berheman werin diyar kirin.
Hewlêr 08.02.2019z

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…