Helbest u pexşan

Siya giyan

Mehmûd Badilî

Piştî nîvê şevê  bi hinekî
Ezê pesindariya tiştekî ji we re birêsim
mêtîtiya wê, tuxmê xunavê ye
xweşiya wê, taweşiya bayê ye

bêhriya wê, tîna şewatê ye
ku her destê sibê
wek findekê di giyanê ewran de diçirise
û bi rojava  re
dadiwerive mista axê
Dibe ku ev tişt gulek be
li ber pencereya we
Yan li ber deriyê Laleşê
siya giyanê min be.

Piştî nîvê şevê bi hinekî
ezê tevdîrên helbestekê ji we re birêsim
ku her êvar xwe bi maç û meyê dinexşîne
kevokên deştê li gorî yasayên xirecirê
ji paxila xwe difrîne
û bi kevalan re yên ku li dîwarên malê dardakirî diaxive
tilîyên xwe di ser sawa nexşeyên wan re dibe
bi hûrbînî valahiya ku ji newqa laşan ketiye dipelîne
Di vê kêlîka ku ew bi wêneyan mijûle
gewriya rojnameyê dilop dike
û katjimêr di riwê avê de diqîre.

Piştî nîvê şevê bi hinekî
Ezê leylana wêneyekî
ku li kuçekî ji vê cîhanê lidarketibû
Ji we re veçirim
destin şeyda
di bêrîkên deryayê de wenda bûn
çavin hêvîdar
bi têlên sînoran ve rijiyan
û rê li sozê pêgavên wan mikurnehatin
Giyanin xweşik û westiya yî ji hilgirtina alafan
hêlînên xwe berdan û ji laşên xwe terqiyan
Gelek dest
Gelek çav
Gelek giyan
Hilm û henaseya buharê  bûn
Lê bûn siya giyanê vê helbestê.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…