Ez Û Bilbilê Çiyayê Botan (Mihemed Arif Cizîrî)

 Konê Reş

  Sebaretî min û Mihemed Arif Cizrawî; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pê re jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim.. Bi wiha xwendin û guhdarîkirinê re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez têde, ji hev belwela dibe. Erê, eger bi xwendina Hawarê re ez sexletên nû di nivîsandinên pêşengên toreya kurdî ya nûjen de dibînim û bi xwendina Melayê Cizîrî re kûr û dûr diçim û pê re ala hezkirina Selmayê bilind dikim.

Lê bêguman ez bi guhdariya deng, awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re li gelî, zozan û çiyayên Kurdistanê digerim û wiha bîna min fireh dibe, canê min rehet dibe û careke din li normaliya xwe vedigerim.
  Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser pişta navdaran tê nivîsandin, çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana kurdî a orjînal terxan kir û di wê navê re gelek ji folklorê me ji talanê parast.. Ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir. Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912””””””””an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê ketiye û di roja 17/12/1986””””””””an de li Kurdistana başûr, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê.
  Dilşad û kêfxweş im ku, wî bi van çend gotinan bibîr tînim û dilê xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên stranên wî xweş û geş dikim. Evin çend firdik ji strana (Bavê Seyro) ya ku ji Mihemed Arif Cizîrî fêr bûme û carna ji xwe re dinihirînim:
Li min lo lo li min lo lo li min lo lo..
Li min lo lo Bavê Seyro..!
Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê
Kum û kolozê xwe xwar kiriye
Pala xwe daye cencerê
Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim
Heta li ser sînga min karê, karxezalê
Bibe zîqîna vê xincerê
Li min lo lo Li min lo lo..
Li min lo lo.. Bavê Seyro..
Neqeba min û bavê Seyro tak dîware
Pînkê lêxe bîne xware
Sîng û berê min karê, karxezalê
Tiberka mala bavê Kale..
Li min lo lo li min lo lo..
Li min lo lo Bavê Seyro..
Wêne: Ez û dengbêjê gelêrî yê navdar rehmetî (Ezîzê Temo).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…