Daxuyanîyek ji Sazîya K24 ya derbarê qedexekirina karên wê de, ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ve ya li Rojavayî Kurdistanê, gihîşt e Encûmen a Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê. Têde hatiye aşkere kirin, bêyî ku Rêverbiya Xwecihî tu daxuyaniyeke fermi der bik e, ku kar û çalakiyên kenalê piştî mehekê ji birayrdanê were rawestandin, û karmendên Saziya K24 daku karên xwe rawestînin bi devkî hatin e agahdarkirin, ji ber vê yekê Saziya K24 biryara girtina nivisîngehên xwe li Rojavayî Kurdistan derkir. Rêveberiya Xwecihî, hîn berdewam e li ser astengkirina karê ragihandinê û karê rojnamegerîyê li Rojavayê Kurdistanê, û bi vê yekê jî, pirinsîbên azadiya karê rojanmegeriyê û pirisîbên demukartîyê binpê dike, û ev yek ne cara yekemîn e, ku nivisîngehên saziyên ragihandinên Kurdî digre, û rojnamevanên Kurd jî, ji welêt bi dûr dixîn e!
Di heman demê de jî, Rêverberiya Xwecihî rêzê li zagon û rênimayên karê ragihandinê nagre, yên ku wê derkirin e, û bi rênimayên navdewletî yên azadiya ragihandin û rojnamegeriyê pêbend nabe, û bi kar û riftaran radibe, ne di xizmeta hêvî û berjewendiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de ne!
Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê, tevî şermezarkirina qedexekirina karên Saziya Kurdistan 24, ji Rêveberiya Xwecihî daxwazdike ku ji vê biryarê şûnda vekêş e û dev ji lidûvçûn û astengkirina karê rojnamevanan berde, hevxemiya xwe digel karmendên Saziya Kurdistan24, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Herêma Kurdistanê radighînin.
Encûmena Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê-Sûriyê
02.09.2019

Şîrove (0)