navnîşana tikistê.. Bibûrîne, Rolan Bart, Navnîşan Ne herdem, Nîvê Tikistêye

 Xalis Misewer

 Rexnevanê û sîmyoljiyê Ferensî yê bi nav û deng (Rolan Bart), gelekî di nav pîvanên rexneya wêjeyî de çûye, û xwe gihandiye radeya ku teyoriya binyadî, bigihîne asteke bilind, û bigihîne pêvajoya piştî binyadê jî, çimkî berya wî, zimanzanê Siwêsrî (Ferdînand Dusosêr), peyva binyadê cara yekemîn aniye ziman, û destpêkê wî li ser lêkolîn kiriye. Lê Rolan Bart, pêde çûye û ev rêbazê rexneyî li ser destê wî pêşde çûye, û asteke bilind ji rexneya binyadê re veqetandiye, berya ku dev ji vî rêbazî berde, û biçe rêbazên piştî binyadê.

Firêza herê bi ast û bi nirx ewe ya ku di mebestê de gotiye: (Navnîşan nîvê tikistiye). Ango dibêje: Ku te navnîşana çi tikistê xwend tê nîvê mijarê têbigihêje, lê em ne hevqasî bi vê gotin û firêza zanistîrene. Ji bo vê  divabe xwênerê hêja pirs bike, û bêje: Gelo ev nerîna me tê çi wateyê..?. ku li vir em bersiva xwênerê xwe bidin, wê bêxuyakirin ku mebest jê ewe: Ku em vê navnîşana tikistê, ku di hemû deveran de nîvê tikistê be, dirust yan di cihê xwe de nabînin. Bi rengekî giştî, em karin bêjin, ku ev mijar di warê peyam, û gotarên wêjeyî, û zanyarî de, baş û rast têxuyakirin, ji ber ku divabe xwêner bilez mijarên bûyerên peyam û gotaran bilez nasbike. Di vir de em karin bi pejirînin û bêjin, gereke navnîşan nîvê tikistê be. Lê di warê çîroka kin, çîroka dirêj, û romanê de, ev navnîşana ku nîvê tikistêye, ne di cihê xwede hatiye erkedar kirin, lê ji ber çi..?. Di vê pirsê de em karin bêjin, ku ji ber teknîka navnîşan nîvê tikistêye, nîvê lezeta û xweşbûna çîrokê bixwere bibe.. ma ku me çîrokek yan romanek xwend û navnîşana wê nîvê mijarê bide me, gelo emê çawa nîvê din, bi lezet û teşwîq bixwînim, ji ber ku me di riya tikistê re, nîvê mijarê naskir, emê nîvê din jî ji mijarê bi texmîn zanibim wê pişt re çibibe, û wê bûyer çawa bêne rêzkirin, ango emê weha bêyî ku em çîrokê bi temametî bixwînin, emê bighên encama çîrokê. Ev babet ev tişt xweşbûna nîvê çîrokê badîhewa dibe û talan dik. Nimûne: Dema wêjevan navnîşana mijara çîroka xwe, çi kin, çi dirêj, çi roman, ku bi vê firêzê nîşan bike, mîna (Keça sêwî).
Bi rastî jî, emê weha bêtirîn mijara çîrokê nasbikin, ji ber ku keça sîwî em zanin, wî tadedaryê li ber destê jinbavê bibêne, wê qirêj û ne şûştî be, wê xizan û bêcilûberg be, wê dilême pê bişewite…hwd.
Di virde lezet yan xweşbûna çîrokê dibe, ku bi carekê re em nebînin. Lê ji alyê din ve, ku navnîşan yan sernavê çîrokê mîna nimûne, bi firêza(Ev keç çi hale), bê sernav kirin, wê demê wê xwênerê me, bi lezet xwendina çîrokê berdewam bike, wê bêje: Gelo ka ev keça ha kiye? û çi serpêhatiya wêye? li kû dijî? ji kîjan êl, û malbat, û miletîye…hwd.
Wê demê emê nîvî mijara çîrokê zûbizû nizanibin, emê bi lezet ta dawî bixwînin, û li gotinên rûpelan guhdar bikin û emê jê têrnebin. Ji ber wilo bê goman hate xuyakirin ku me çima gotibû, em ne bi nerîna rexnevanê mezin Rolan Bart rene, ku bi rengekî ketûber gotiye, sernivîs yan navnîşan nîvê tikistêye.
……………………………………………………
16/9/2019        

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…