Kurtejiyana sernûserê weşana «Dengê Kurdistan » Dr. Nûredîn Zaza

Elî Cefer 
08. 01. 2019

Nûredîna Zaza ji malbateke, ku bi kurdpariya xwe naskiriye, li bajarê Madên nêzîkî Amedê, Bakurî Kurdistanê di 15 Şibata 1919ê de, ji dayîk bûye. Bi hoya têkçûna serhildana Şêx Seîd sala 1925ê, û bi sedema pișkdariya serhildanê bav û birayê wî yê mezin Dr. Nafiz tên girtin. Piștî serbestberdana wan, ew û birayê xwe Dr. Nafiz derbasî Sûriyê dibin, wê demê temenê wî derdora 11 salan bû. Xwendina  xwe heya pola 12ê, (Bekelorya) li Sûriyê tewaw dike, pey re diçe xwendina xwe ya zanîngehê  li Beyrûtê – Libnanê diqedîne. Sala 1944ê, hewil dide xwe bigîne Berzanî li Bașûrî Kurdistanê lê li Mûsilê tê girtin, çend mehan li wir û Bexdazê tê yindankirin. Piștî serbest dibe ji nuh ve vedigere Libnanê.

Li wir kurdsên yimanê kurdî ji Kurdên Libnanê re vedike, û gava dagîrkerên Firansa li Beyrûtê ” Yazgeha kurdî ” sala 1947ê, di bin serpereștiya rehmelê Dr. Kamiran Bedirxan de vedikin, Nûredîn demekê dibe pêșkêșvanê wê, û hercar bi van gotinan yazgeh vedikir: ” Guhdarên delal! Radioya Rohilatê bangî we dike “. Di heman salê de, ligel Ebdilwehab Baba Can ( ji kurdên Silêmaniyê ) û Ismet Şerîf Wanlî û xwendevanin dîtir û bi alîkariya Wezîrê kar û barên hundir ê Libnanê wê demê, nemir Kemal Canpolat ku bi nijada xwe Kurd bû, yekemîn komela kurdî, bi navê “Komela Xwedevanên Kurd” dadimezrînin.
Dawiya sala 1947ê, û bi mebesta xwendina bilind ( diktoreyê ) diçe Siwêsra. Piștî du salan, ango di Berçileya 1949 an,  ligel 5 xwendevanên kurd ” Komela Xwedevanên Kurd li Ewropa ” dadimezrînin û dibe serokê wê, herweha dibe sernûserê weșana komelê ” Dengê Kurdistan “. Lê bi sedema vekêșana du endamên damezrêner ên komelê ku bi ser ( Partiza Tod a خranê ) ve bûn, kar û xebata komelê piștî salekê tê rawestandin.    
Sala 1956ê, diktorayê di zanîna perwerdeyê de werdigre. Di havîna heman salê de ligel 16 xwendevanên Kurd ji nuh ve ” Komela Xwendevanên Kurd  li Ewropa ” vedijînin. Pișt re yekser bi riya Beyrûtê vedigere Sûriyê û destpêkê li Şamê cihwar dibe, û alîkariyê dide damezrênerên ( Partî Demokratî Kurdistan – Sûriyê ), piștî salekê ew jî tevlî wan dibe, û dibe serokê partiyê. Di encama êrîșên hêzên ewlekariyê ya rêjîma Sûriyê ser serkirdeyên Partî, di 12 Tîmehê sala 1960î, Dr. Zaza jî tê girtin. Piștî çend mehan tê serbestkirin. Di sala 1961ê, ( Partî ) wî wek kandîdatê ( berbijêr ) xwe di hilbijartinên perlementoyê de diyar dike, lê ji ber lîstik û pilanên rêjîmê bi ser nakeve. Ne tenê hew, belê dezgehên ewlekariya rêjîmê tevgera wî dișopînin û wî dibin û tînin ba xwe.
Piștî demeke nêzîk diçe Beyrûtê û li wir dest bi weșandina nivîsan di kovar û rojnmeyên erebî û biyanî de dike, herweha têkiliyan ligel kesayetî, dem û dezgehên erebû û biyanî jî girêdide. Lê li wir jî deselata Libnanî çavsor dibe û piștî çend lêkolînan wî sala 1966 an, derbiderî Urdinê dikin. Li balafirgeha Emanê tê girtin. Nûçeya girtina wî digihê Mistefa Barzanî serokê șoreșa kurdî li Bașûrî Kurdistanê. Nameyekê ji serokwezîrê Urdinê Seîd cume – yê bi nijada xwe Kurd bû – dișîne û jê alîkariya serbestberdana Dr. Zaza dixwaze. Seîd cume bi xwe diçe wî ji girtîgehê azad  dike û jêre dibêje: ” Berzanî ji min xwestiye ku ez te azad bikim “. ligorî gotina Pro. Dr. Izdîn Resol ji min re. Ji Urdinê vedigere Beyrûtê, lê pir dirêj nake dîsa deselata Libnanê wî digre û radestî rêjîma Sûriyê dike. Hêzên rêjîmê vê carê ji cara pêșin pirtir wî dêșînin û çend mehan li ba xwe zîndankirî dihêlin.            
Piștî girtin, îșandin, derbiderkirin û șerê derûnî, li Sûriyê, Iraqê, Urdinê, Libnanê, dinya li serê Dr. Zaza teng dibe. Sala 1967ê, careke din bi nihênî derbasî Turkiyê dibe, lê rêjîma Turkiyê pê haydar dibe, û dest bi lêpirsînan dike, da ku wî bigrin. Dr. Zaza 3 salan li Turkiyê û Bakurî Kurdistanê veșartî dimîne, pê re sala 1970î neçar dibe dîsa vegere Siwêsra.
Sala 1972 keçeke Siwêsrî rojnamevan nas dike ( Gilberte  Favre ) û vêre șodibe. Adara 1973ê, zarokekî wan çêdibe, û ji ber ku ji Hoșeng Osman Sebrî pir hezdikir, û jê re digot Şengo, ev nav li kurê xwe kir.
Dr. Zaza hemî șiyan û karînên xwe ji bo pirsa kurdî terxandibû. Kuda diçû jî hewil dida Kurdan bîne ba hev, komele, yane û dezgeh ji wan re ava dikirin. Têkoșerekî bê hempa bû; dizanî kengî û çawa mert be li ser gotina xwe, û kengî hinekî nerm be, ji bo parastina berjewendiyên giștî. Hișmendiya wî dihêle zordestên rêjîma Sûriyê di girtîgeha Şamê de jêre bêjin: ” Kurê lewitî! Ha ma hîn dem nehatiye ku tu bibî ereb “. Dr. Zaza kesekî dilsoz, rastgo, xweșmêr, paqij, dil tenik birihim bû,  fen û fût, derew û fêlbazî mîna zorbey zora siyasetmedarên îroyîn nizanî bûn. Hoșeng Osman Sebrî gote min: ” Pirtirî carekê bavê min digote Dr. Zaza: Nûredîn! Tu di jiyana xwe de kete du șașiyan. Ya pêșin te xwe tevlî karê siyasî, partîtiyê kir û tu bi ser neket. Ya duwem, te xwe tevî karê bazirganîyê kir û tu di wir de jî bi ser neket. “.      
Ked û emeka Dr. Zaza ne tenê di warê rêzanî û civakî de bûye, belê di warê rewșenbîrî de jî, xebata wî berbiçav e. Bi dehan gotar, lêkolîn, raport bi zimanê kurdî, erebî û firensî belav kirine. Kurteçîrok û helbest jî, nivisandine. Di helbestek wî de em rastî vê hevokê tên:
Li ser vê rêya dijwar
Min jî kire pir hewar
Da ji bo we jî rojekê
Dinya bibe gulbehar
Herweha Dr. Zaza hin berhem jî wergerandine kurdiya Latînî; ji wan dastana Memê Alan ligel pêșgotineke nirxdar, Şivanê Kurd romana Erebê Şemo, bîranînên xwe bi zimanê firensî, binavê: ( Ma vie de Kurde ) û …… Di warê fêrbûna zimanê dayîkê weha gotiye: ” Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiștî, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin hezkirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêș ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin .”.
Dr. Zaza berî dema xwe hatiye jiyanê. Dibêjin carekê rewșenbîrê naskirî Reșîdê Kurd, Cigerxwîn agadar dike ku wê here Şamê. Cigerxwîn jê diwaze ku li ser riya xwe Dr. Zaza jî bibîne. Piștî ji Şamê vedigere Qamișlo, Cigerxwîn jê dipirse: Te Dr. Zaza dît? Reșîd dibêje: Belê. Cigerxwîn dîsa dipirse: Te Zaza çawa dît? Reșîd dibêje: Bi kêrî me natê. Cegerxwîn matmayî dimîne, û dibêje: اawa bi kêrî me natê? Reșîd dibêje: Ji ber ku rewșenbîrekî gelek têr û dagirtiye, pir hișmende,  pir zane û kesekî zor paqij e. ( Yanê Reșîd xwestiye bêje; ku bana rewșenbîriya civaka kurdî nikare di wî bigihîne. Ji ber wê jî ji mere nabe).
Dema di geryana lêkolîna xwe li ser ( Kurdên derbideriyê ) min di navîna sala 2010ê, hevdîtina xwe ya pêșin bi hevjîna rehmelê Dr. Zaza re çêkir. Ewê xanimê pir gazind ji Kurdan bi giștî û berpirs û serkirdeyên wan bi taybetî kirin; ku nikarîbûn rêz û qêmet mêrê wê bigirtana, û bi serda jî, Dr. Zaza pir êșandin.      
Divê ez vê jî bêjim – Ligorî gotina Hoșeng Osman Sebrî – ku Dr. Zaza berî here ser dilovaniya xwe bi derdora du salan bi nexwașiyek giran ket, divyabû herroj derman bibira. Berî xatirê xwe bixwaze bi salekê, rojekê neçar dimîne, ku bi riya têlnamê jê dixwaze ku her meh jêre perekî bișîne ji bo kirîna derman. Hoșeng gote min: ” Min daxwaza wî wek daxwaza bavekî ji kur xwe dît, ma ezê çawa bi erkê xwe ranebin. Min û du kurdperwerên din ( yek ji wan: Dr. Mistefa Sîdo û…. ) her mehê lêçûna dermanê wî jêre dișand heya çû rihmetê “.  
Dr. Nûredîn Zaza 69 salan, wek gerok û etarekî jêhatî tenê di xirca wî de pirsa Kurd û Kurdistanê hebû. Lê çi heyf ( 30 – 40 ) milyon Kurd wê demê nikarîbûn tenê sala dawî li wî xudî derketa. Gava xatir xwest jî, gelekan xwe wek șagirtê wî nîșan dan. Rehmelê Apo Osman sebrî di gotareke xwe de weha dibêje: ” Miletên pêșkeftî miriyên xwe zindî dikin, lê miletên pașkeftî zindiyên xwe bin ax dikin “.   
Dr. Zaza di 07. 10 1988ê de, li Lozanê / Siwêsra diçe ser dilovaniya xwe û li goristana wî bajarî tê sipartin. Ev meteloka kurd jî li ser gora wî bi zimanê firensî hatiye nivisîn: ( Jiyan guleke, bêhin bike û bide xeynî xwe ).
Kesê ku bixwaze serdana gora wî bike, nav – nîșana goristanê û nimra gorê ev e:

Cimtiere du bois de vaux    =   ( Navê guristanê )
Tombe   43                                =  ( Beșê  43 )
Tombe  11004                         =  ( Nimra gorê  11004  )

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..