Elî Cefer bizavvanê di derya mirî de melevanî kirî!

Nizar Yosif

Cefaya lêgervan Elî Cefer di lêkolîna xwe de kêşandî, di ber komeleyên xwendekarên kurd li Europa de, bizavek bê hempa ye. Ji kêmaya kesên heta îroj jiyan dikin,û belavbûna wan liban,li çarparçeyên kurdistana di bin merc û pencên dakirkiran de, û kesên li dervê welêt li cîhanê jî belavbûyîn bê nîşan mayîn.
Lêgervanê me di çûn û hatinên xwe de,di navbra van welatan de, li pêş gelek astengiyan, û pêşberî gelek dîwaran rast hatiye, carcaran bê hîvî maye,û dest vala vegeraye mala xwe. Lê ji ber giringiya vê lêkolînê, û pêwîstiya wê, ji civaka kurd û sibe rojê re,careke din hêz daye xwe, û çelteyê xwe avêtiye milê xwe,û ketiye rêwîtiyê ji bûna liqat.

Elî Cefer giringiyê dide belgekirinê,ji ber ku ev yeke berhemên afirandî û agahiyên serdemekê di parêze,lewma bizavek zor û xebatek mezin di vê rê de dike.
Belavbûna verêjên rojnameyên kurdî( Dengê kurdistan),bi taybet yên komeleyên xwendekaran li Europa,hişt nivîskar Elî Cefer bibe weko rêwiyekê di vê rêya bi kelem û bi kaş û kendal de, ta ku çirîskek ronî ji wê rê re bibîne( jêder û kesênên wan komeleyan)û bigihe agehdariyan.
Nivîskar pirsek zêrîn û giring datîne meydanê, gelo çima ronakbîrên kurd kovara ( Hawar)ê dibînin,destpêka nivîsa tîpên latînî? Di de xweyakirin ku rojnameya (Dengê kurdisatn) 1945an,ew sêyemîn rojnameya kurdiye piştî rojnameya (kurdistan) di 22.Nisana 1898ê li Qahirê-Misr. Rojnameya duyem ( Riya Taze – Ria Teze) di 01.04 1930ê li Yêrîvan-Ermenistanê,ew destpêka nivîsa kurdiye bi tîpên latîn, gereke nivîskar û lêgervan bi vê yekê serwext û agehdar bin.
Lêgervan Elî Cefer di vê pirtûka xwe de, beşê sêyemîn (Dengê Kurdistan) de, birhê dide naverokên wan her pênc hêjimaran,û hinek ji wan weko heyî kopî dikiriye û di pirtûkê de weşandiye.
Bi derbasbûna demê re, jêder kevnar bûne, û ne zelaliyê rûpelan,radibe careke din bi tîpên zimanê Frensî wan dinivîse.
Cefa û zehmetkêşiyên herdu lehingên kurd Dr.Noredîn Zaza û Pr.Esmet Şerîf Wanlî,û gelek gotarên wan yên dibin navên lexem de di kovarê de weşandin zelel dike. Hêja ye em pêjin hêjimarên (Dengê kurdistan) û nivîsvanan di kinarên ramanên çepîtiyê de bûn. Dengê kurdistan ew ji encama hulma azadiya ku xwendekaran li welatên europa standiye,bûye dengê jan û xemên netewî,û hejariyên bab û babpîran.
Nivîskar Elî Cefer, çalakiyên komeleya kurd li Europa, ji me re di de nîşan, mehrecana duyem (Yekîtiya Gêncên Demoqratên Cîhanê) û ( Yekîtiya Xwendevanên Cîhanê) li Hingaristanê, û peywendiyên wan bi gelek hêzên aşîtîxwazên cîhanê û komeleyên xwendekarên biyan re diyar dike.
Hêja ye em bêjin,wan komeleyan ,bi wan derfetên kiçik û hêjimarên zanistên xwe yên kêm,û tengaviya mercên wê demê ve,û gefên estixbaratên welatên dagîrkirên kurdistanê, karîn van tiştan bi dest ve bînin.
Ev keda lêgervanê me,di merc û derfetên teng de,bûye weke melevanê di derya mirî de,xwe noq kirî , da ku Dir û Mirariyan ji me re berhev bike. Ew cihê rêzê û rometê ye.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…