Heyder Omer
Ev xwendina rexneyî min ji bo berhevokeke helbestî ya helbestvan Vejîna Kurd nivisandibû. Va ye bi xwendevanan re par vedikim.
Helbest pelandina kemalê ye, kemala, ku qet bi dawî nabe, û pêk nayê, lêgerîna herheyî ye, peyvan derbas dike, an jî bi gotineke din, kirasê peyvan fireh dike, gelek wateyan ji peyvekî dizeyîne, pê re jî zimanekî nû dafirîne, ev ziman zimanê afrînê ye, û afrîn kirike mirovanî ye, realîteya nasbûyî hildiweşîne, û yekeke nenasbûyî dizeyîne.
Aferîn, bi vê wateya xwe, boҫûna kilasîkan, ku digotin divê gotin bi qasî wateyê bin, hildiweşîne. Ҫima? Ji ber ku peyv pirêcaran li hember derbirîna hestan, ji hal dikevin, lal dibin,û nikarin delameta xwe pêk bînin. Pevy bi wateya xwe ya ferhengî sînorbûyî ye,lê wate bi geleperî fireh e, ne sînorbûyî ye, dê ҫawa tiştekî sînorbûyî bikaribe yê nesînorbûyî biderbirîne? Ev yeka tenê bi awayekî pêk tê, ew jî ew e, ku em peyvê jî, wek wateyê bê sînor bikin, em wê ji sînoran rizgar bikin; ango wê jî mezin û fireh bikin. Dê ҫawa peyvan fireh bibe?
Ev boҫûna me nakeve pey ҫêkirina peyvine nû, ku di ferhengan de nîn in, belê em weha diҫin, ku awayê xebitandina peyvan biguhêrin, peyvan bi awayekî din bixebitînin, ku ji xwener ve were xuyan, ku gelek peyv ji peyvekê diherikin, da were xuyan, ku zimanekî din ji yê pêşîn peyda bûye. Ev yeka tenê bi riya mecazê pêk tê, pê re jî zimanê helbestê dibe zimanekî mecazî. Ka em bi awayê piratîk van boҫûnan binerin. Vejîn di helbesta (Dildar im) de dibêje:
bi ramûsanên berbangê
çavên sibehê kil didim
ji keziyên tavê
hêviyan dihûnim
û bi wan
porê şevê şeh dikim…
belê…
ez hêvîdar im.
Berî pêşî, tê xuyan, ku ew rengdêrên (sîfat) mirov davêje ser hestan û tiştan, ser nezindiyan; ango tişên bê giyan bi giyan dike, nezindiyan zindî dike; berbang dikare ramûse, sibehê ҫav hene, û tên kilkirin, tavê (roj) kezî hene,hêvî têne hûnandin, şevê por heye, û bi hêviyan tê şehkirin, ango hevî dibin şeh
Berbang destpêka sibehê ye, ҫavkilkirin sîmbola xweşikrinê û nûkirinê ye, tav jî sîmbola ronahiyê û sipehîtiyê, (ciwaniyê) ye, tevî ku ev sîmbol (tav) bi şevê nîne jî, lê hêviyên ji keziyên wê hatine hûndin, porê şevê şeh dikin, pê re şev jî bi ronî dibe, ango tariya şevê jî nikare ciwaniya hêviyan veşêre, nikare hêviyan biҫelmisîne.
Dêmek hemî peyvên vî nimûneyê jorîn wateyên ferhrngî bi paş xwe de hêştine, û hineke nû hilgiritine, ango ev peyvan hemî ber bi wateyine nû de şimitîne, pê re jî pergala derûnî ya helbestvanê diyar kirine, ku ew her tim geşbîn û hêvîdar e, û rê li ber hevoka dawî „Belê… ez hêvîdar im“ girtine, û cih nedane wê; ango ew hevok li qulafeta helbestê û li derbirîna pergala derûnî zêde bûye.
Zimanê helbesta nû, nemaze ya pexşane, zimanekî guvaştî ye, peyvên zede napejirîne. Eger em careke din vegerin ba mînaka jorîn, ev boҫûna me dê rastiya xwe diyar bike. Ev mînak geşbîna helbestvanê zor numa dide xuyan, ma ҫi hewce bi hevoka dawî heye? Ҫi hewce heye, ku helbestvan bibêje „Ez hêvîdar im“?.
Gelek helbestvanan li gel (şev)ê têkilî ristine, û hestên xwe derbirine .Helbestvanê Îraqê Bedir Şakir Esseyyab peyva (şev) bi sedên caran di helbestên xwe de xebitandiye, lê şev her tim li ba wî sîmbola tarîtiyê, azariyê û sitemê bû. Lê helbestvanê navdar Cibran Xelîl Cibran baş di raza şevê gihêştibû, û mîna hemî romantîkan xwe avêtibû hembêza wê:
„Şev aram bû, xewn xwe di cilên aramiyê de vedişêrin. Heyv şiyar e, û wê ҫav hene, ҫavdêrên rojan in. Were keҫa ahengê, em serdana zeviya evîndaran bikin, heye em bi wê şerbetê şewata bîriyan vemirînin. Dîlbera min! Netirse dîlbera min. Stêrk razan vedişêrin“.
Wusa jî helbestvana me li gel şevê, wek romatîkan, têkiliyan girê dide, ew û şevê delaliyên hevdu ne. Pirên helbestvanên romatîk berê xwe didan şevê, hêminya şevê baskên xwe dida ser wan, wan jî şev mîna dostekî wefadar didîtin, pê re daxifîn, hem êş û kovanên xwe jê re digotin, û hem jî şahiyên xwe pê re parve dikirin. Şev dibû evîndara wan, di hembêza wê de xewnên wan dijiyan.
Peyva (şev) di vê kom helbestên Vejînê de 39 caran dubare bûye, ev yeka dide xuyan, ku ew hewesdara şevê ye, û bi piranî dostaniyê li gel şevê girê dide. Şev bi hênimiyê tê naskirin, derdor ker û lal dibin, gerdûn hêmin dibe, û lîstikgeha xewnan fireh dibe, û derûnên romatîk xwe davêjin hembêza wê, tevna hêviyan dirêsin.
Vejîn jî di helbesta (Di nîvê şevê de) şiyar e, dosta şevê ye, di hêminiya bajêr de, hevy pê re dikene, û hêvî nû dibin, û semayê girê didin, û şevê li wê pîroz dikin.
„Gava heyv
bi min re dikene
û bajar hêmin dibe..
hêviyên nûbişkuvî
semayê dikin
û şevê li min pîroz dikin”.
Xuya ye Vejîn hewl dide, ku helbestvaneke, nezindiyan zindî dike, were naskirin, vê lomê jî ev taybetî di pirên helbestên wê de diyar e. Di nimûneya jorîn de, heyv dikene, hêvî dipişkuv in, û govendê girêdidin. Bi ser de jî ev nimûne dide xuyan, ku ew her tim hêvîdar û geşbîn e.
Helbest bi vî awayî zimanê xwe yê taybet, zimanê ku ji yê normal cuda ye, dafirîne, zimanê wêneyan e. Helbestvan bi wêneyan raman û hestên xwe diderbirînin. Wêneyên Vejînê hevedudanîn in, yek ji yê din peda dibe. Hêminiya bajêr li gel kenê heyvê hevbest e, û pîrzokirina şevê li gel dîlana hêviyan hevbest e. Her weha ev tablowê jêrîn, ku di helbesta (Xewnerojk) de, jî wêneyekî ji yê din dizeyîne:
« Hilma tenahiyê..
û vedenga axîneke kûr
bedena çiyayê Lêlûn
dilerizînin…
Tajanên sibehê
robarên xema çemê Efrînê
gurgîn dikin… »
Tenahî (tenêtî) dikare hulmê bide û bikşîne, ev hulm jî dikare Ҫiyayê Lêlûn bihejîne, ҫem xemgîn e, û xem jî gurgîn dibe, pê re jî tê xuyan, ku dem di helbestên Vejînê de bi piranî mande û duwaroj tê xwebitandin, «kil didim, dihûnim, şeh dikim, dikene, hêmin dibe, semayê dikin, pîroz dikin, birjîne, bipelîne, bila…ji te bê » uhw, her tim jî geşbînî tê de revg vedide.
Vejîn bi vî awayî balê ber bi cîgeh de jî dikşîne. Cîgeh di helbestên wê de bi qasî bajêr û welêt fireh e, pê re jî cîgeh bi gelemperî tê xuyan. Cîgeh di nimûneya pêşî de bajar e, lê kîjan bajara ye, ne diyare, pê re ҫarҫewa bûyeran jî fireh dibe, dikare ser welatekî bi tevayî bigre. Lê cîgeh her tim bi vî awayê gelemper namîne, belê di hin helbestên wê de tê sînorkirin, wek ku di nimûneya jorîn de ҫemê Efrînê ye, û di vê nimûneya jêrîn de Efrin bi xwe ye:
”Loooo kurdo..
xunava kenê xwe
bi ser rûyê
Efrînê de birjîne
Bi tiliya peyvên xwe
giyanê wê bipelîne
bila
bihna vî bajarî
hertim ji te bê ».
Cîgeh şûna, ku bûyer lê digerin û diqewim e, pê re jî di helbestê de hêmanekî giring e, ew kilîtekî deqê helbestî ye, rê li ber xwener vedike, da derbas hindurê helbestê bibe, û wateyên wê bimeyzîne.
Pirên wêneyên vê koma helbestan ciwaniya xwe ji xebitandina dijberan werdigirin, « di guhên kêlîkan de tenê bêdengî diaxife ». Ev wêne ne tenê demê zindî dike, û qulafetê mirovan dikşîne ser, lê wê dike guhdar û hewesdarê bihîstinê, ta ku dikare bêdengiyê jî bibihîse, û li hêla din bêdengî jî wek mirov hatiye gewdekirin, û diaxife jî.
Di vê koma helbestan de, helbesta «Rûpelek ji lênûsa jînê » zêde bala min kişand. Dem sar e, seqa ye, şahî ber bi mirinê de ne, welat birîndar e, lehiya mirovan ber bi koҫberiyê de diherike, sînor di bin piyan de diwestin. Ev tablowa şîndar û şînkêş, giyanên bê guneh ber bi diwaroja miҫiqî û ҫelmisî de dibezîne, û li ser sînoran ji xewê bê par dihêle.
Karwanê koҫeberiyê kolanên wetêt bê deng hêştine, mirin û kuştin li ber her goşeyekê ҫavdêr in, darbestê li pey darbestê bi rê dikin, erd û ezman şîndar in, û goristan hîna jî têr nebûne.
Hemî xeml û xêzên buharê hatine wendakirin, pîrejin û pîremêran piştên xwe dane dîwarên sar, ҫîrokên azaran dirêsin, û destan li ber xweda vedigrin, ku riya felatê li pêş wan durist bike.
Keҫ û xort li ҫeperên şer geşbîn in û giyanên xwe diyarî welêk dikin, dayikan piştên xwe dane kavilan, hem karwanên şehîdan dilorînin, û hem jî nameyên serkeftinan dilîlînin, pê re jî omîdên felatê her zindî dimîn in.
Di beşê dawî de, tevayê jiyana gelê kurd wêne dike, ku ev gel di seranserî dîroka xwe de her tim êş û azaran diguvêşe, û şahiyan jê didoşe, û bi ҫarekê jî reşbîn nebû ye, belê her tim geşbîn e, û pandiyê serkeftinê û rizgariyê ye.
Ev helbest tiragîdiya tevayê welatê Sûriyê, di van şeş salên dawî de, dide xuyan, û ji ҫar beşan pêk hatiye, her beşek xwener radestî beşê din dike. Beşê yekem belaya ku bi ser welêt de hatiye, diderbirîne, ew jî tev kuştin û xwîn û kavlkirin û koҫeberî ye.
Helbet ev tablowê xwînî dê di beşê duwem de xwînê biherikîne, karwanê darbestan li pey hevdu rêz bike, buharê biҫelmisîne, bergeh û penava êş û şînê û koҫberiyê fireh bike, û hesreta zar û zîҫan di dil û derûnên pîrejin û pîremêran de gur bike.
Lê li hember vê realîteya, ku tev de kuştin û xwîn û êş û şîn, û kavilkirin e,berxwedan jî divê. Beşê sêyem terxanî vê berxwedanê û baweriya serketinê ye, û beşê ҫarem geşbîniya serkeftinê ye. « ҫav her tim ber bi aşo ne, her tim ber bi aso ne ». bi vî awayî ev helbest yekîtiya zindî (biyologî) pêk tîne, her beşekî wê delametek heye, û bi cih tîne, û hemî vêkra avahiya helbestê bi vî şêweyê ciwan pêk tînin.
Heyder Omer
Elmanya / Langenhagen
01. 07. 2016