Salên Mûnixê yên biraderan Celadet û Kamiran Bedirxan

 Dr. Bîrgît Ammann
Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko
Celadet û Kamiran Bedirxan li gel biraderê xwe Sureya wekî navdartirîn dilxwazên neteweperweriya (nasyonalîzim) kurdî yên dema wan têne naskirin. Ew di 1897 û 1895ê de, dora 25 salan piştî mirina bapîrê wan ê navdar, mîrê Botan ê dawî, ji dayik bûn. Bavê wan Emîn Elî bû, yek ji gelek kurên mîrî, ku bi xwe jî netewperwerekî kurd ê germ bû. Herdu birader di 1922ê de ji Dewleta Osmanî reviyan û di çiraya pêşîn a heman salê de gihan Elmanyayê. (Wêne: Kamûran, Sureyya û Celadet Bedirxan(.
Ji bo wan û ji bo gelek neteweperwerên kurd ên din, standina
Konstantînopilê (Stenbol) ji aliyê leşkerên Mistefa Kemalî ve bû sedema
bingehîn a koçberiya wan. Mistefa Kemalê ku di 1934ê de paşnavê Atatûrk
bi xwe ve vekir, di îlona 1919ê de fermana girtina wan biraderan dabû.
Di wê demê de, herdu beşdarî şandeke Noel bo piştgiriya neteweperweriya
kurdî bûn, ku bi piştgiriya brîtaniyan pêk hat û ji aliyê sultanî ve bi
kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Ev şandek bi navê beşdarê nûner, mêycerê
brîtanî Edward Noel, ku dilxwazekî mezin bo hewldanên neteweperweriya
kurdî bû, hate naskirin. Ev yek gelekî istifzazî bû, çimkî ew di heman
dema lidarketina Kongreya Sîvas de, ku ji bo tevgera neteweyî ya tirkî
ya Kemalî pir giring bû, pêk hat.
 Celadet sedemên reva xwe ji
rojavanas Karl Sûshaim re diyar kirin: Sûshaim di pirtûka xwe de
dinivîsîne, ku Celadetî ew agahdarî serhildana kurdî ya li Meletî
kiribû, ku wî û malbata wî serkêşiya wê kiribû. Herweha Celadetî diyar
kiribû, ku beşek ji malbata wî di Mosulê re sînorê osmanî derbas kiribû û
beşdarî serhildaneke li herêma wê derê bûbû. Celadet ji Sûshaimî re
gotibû, ku dadgeha Sîvasê biryara kuştina wî standibû. Sûshaim berdewam
dike û dibêje, ku li Mûnixê tirk û osmaniyan ji ber wê biryara dadgehê
xwe ji Celadetî dûr dixist.
Li Mûnîxê, Celadet û Kamiran gihan
birayên xwe Tewfîq û Safder, ku bi kêmanî salekê jiyana xwe li wir
derbas kiribûn. Berî bidawîbûna mayina wan, biraziyê wan Heqî, kurê
birayê wan ê mezin Sureya, tevlî wan bû. Safder di 1927ê de li Mûnixê ji
ber nexweşiyeke organa bêhnê mir û tê gotin, ku ew li bajarê
Haydilbêrgê hatiye binaxkirin. Piştî mirina Safder, Tewfîq vegeriya
Stenbolê, bû mamosteyê zanîngehê û di sala 1963ê de mir.
Di sêmêstera
havînî ya sala 1923ê de, çar meh berî imzekirina Peymana Lozanê, ku
çarenûsa kurdan pê ve girêdayî bû, herdu birader bi jimarên 2573 û 2574
di doseya xwendekaran a Zanîngeha Mûnixê de hatin qeydkirin. Wekî beşê
xwendinê li ser qaxeza wan «Maf» hatiye nivîsandin. Celadet tenê ta
sêmêsterê zivistanî 1923/24ê ma qeydkirî, Kamiran ta sêmêsterê zivistanî
1924/25ê. Şêweyê nivîsandina «Bedr-Chan Kamuran Aali» û «Bedr-Chan
Djeladet Aali» li ser qaxeza zanîngehê ji şêweyê nivîsandina li ser
qaxeza birayê wan ê ji wan piçûktir Safder, ku xwe di 1922ê de li
zanîngehê qeyd kiribû, cudatir bû; eî «Bedrkhan» nivîsandibû.
Kamiran
û Celadet Konstantînopil (Stenbol) wekî bajarê xwe yê jidayikbûnê qeyd
kiribûn. Ev agahiyên ji aliyê wan bi xwe ve di daristana agahiyên cuda
de, ku di lîteraturê de peyda dibin, nîşaneke xwedî wateyeke balkêş e.
Dersên
zanîngehê, ku herdu biraderan xwe di dema xwendina xwe de ji bo wan
qeyd kiribû, asayî di qaxezên dersan de dihatin qeydkirin. Lê belê ew ji
ber şerî winda bûn. Wekî din jî ti agahiyên bêtir di erşîva zanîngehê
de peyda nabin.
Navnîşanên ku di qaxezên wan de hatine nivîsandin,
heman navnîşanên ku Celadet di pirtûka nivîsên xwe yên rojane de
nivîsandine: Biraderê piçûk Safder, ku wekî Tewfîq berî hatina Celadet û
Kamiranî ji bo xwendinê hatibû Mûnixê, li cem profesorekî li
«Gietlstraße 4» dijiya; li ser Tewfîq tenê naskirî ye, ku ew li taxeke
Mûnixê bi navê «Nymphenburg» dijiya.
Rûniştina biraderan li Mûnixê
ketibû dema krîsa aborî ya pir xerab, ku bi derketina Sosyalîzma
Neteweyî re hat. Di wê demê de, li Elmanyayê rewşeke pir tevlihev peyda
dibû û herweha inflasyonê hişt ku nirx di çend seetan de bêyî ti pîvanan
ta ku jê hat bilind bibin. Ji aliyê aborî ve, rewşa herdu biraderan ne
zêde baş bû, ji dema ku pereyên ji Tirkiyê li ser wan qut bûn. Celadet
ji kolonêlê brîtanî Elfînston, ê ku wî û Kamiran ew di şandeke Noel de
nas kiribû û ew demeke dirêj bi wî re di têkiliyê de bû, re gotibû, ku
wî xwe bi karên di bexçe û xwaringehan de, di rengdana xaniyan û herweha
çapxaneyan de, jiyana xwe derbas dikir. Di qaxezên zanîngehê de diyar
dibe, ku herdu biraderan ji bo xwendinê pereyine kêmtir didan zanîngehê,
ku belgeyeke din e ji bo rewşa wan a aborî ya xerab.
 Ji pirtûka
Celadetî ya nivîsên rojane mirov dikare nas bike, ku herduyan di salên
xwe yên Mûnixê de bi wateya gotinê birçî diman û ji sermayê diqefilîn.
Di herdu mehên rûniştina wan de, herdu bi hev re di odeyeke mûbilkirî de
li Obermenzîg – wê çaxê gundek ji derveyî Mûnixê – dijiyan, ku ji ber
sermaya di hundirê wê de, ew ji bo xwegermkirinê direviyan lokalekê. Li
aliyekî din hatiye nivîsandin, bê çawa wan gelek rojan tenê bi nanê
erzan û reçelê xwe li ser lingan dihiştin. An jî çawa Celadet hewl dida,
qulên di pantelonê xwe de bi paçikekî bidirû, ku wî bi xwe ji bo
paqijkirina kemana xwe peyda kiribû. Piştre, divyabû ku ew cilên xwe yên
ihtyat bifiroşe, da ku deynên xwe yên kirê bide. Li gorî rewşa wan a
eslî ya mîryane, hetmen ev yek ji bo herdu mîrên ciwan rewşeke pir
dijwar bû. Dema ku wan sermaya di odeya Obermenzîngen de nema tehmul
kir, herdu ji xwe re bo demeke kurt odeyeke di pensyoneke li taxa Pasîng
de girt û piştre her yek li ciyekî ma, wek ku di qaxeza zanîngehê û
herweha di pirtûka Celadetî ya nivîsên rojane de eşkere dibe: Kamiran
dawiya şibata 1923ê odeyeke li «Wînzererstaße 58» girt û Celadet li
«Galeriestraße 37». Celadet di destpêkê de kete odeyeke normal, û piştre
ji ber kêmbûna pereyan kete odeyeke reş, ku berê ji bo hilandina
xwarinê dihate bikaranîn. Bi xwediyên odeyê re, ku navê wan malbata
Şarnagel bû, têkiliyeke wî ya dostane hebû. Agahiyên di qaxezên
zanîngehê de li ser ciyên rûniştina wan, ne tim wek yên di pirtûka
Celadetî ya nivîsên rojane de ne. Sedemek bo vê cudabûnê nediyar e.
Hertim herdu di navbera navnîşanên «Wînzererstaße», «Galeriestraße» û
«Gietlstraße» diçûn û dihatin. Wiha dixuye ku odeya birayê wan ê piçûk
Safder li vê navnîşana dawî bû. Li gorî pirtûka Celadetî, wî 6 caran
odeya xwe guhertibû. Piştî ku wî biryara derketina ji Elmanyayê
standibû, libendîmayina bo erêkirina derbasbûna Misirê salekê sax dirêj
kir. Gelek caran ew ji odeyan derdiket, ku wiha dixuye, ku wî ji ber
lihêvîmayina derketina ji Elmanyayê, ew tenê bo demeke kurt kirê
dikirin.
Ji hin çavkaniyên kêm ên ku mirov dikare wan bi kar bîne û
li ser dema Mûnixê ya biraderan peyda dibin, kêm agahî li ser çalakiyên
mumkin wekî siyasetvan, weşanger û kurdolog peyda dibin. Li gel ku wiha
dixuye, ku Celadet di vê demê de li ser elfabeya xwe ya latînî bo zimanê
kurdî dixebitî, wî li ser vê yekê di pirtûka xwe ya nivîsên rojane de
tiştek nenivîsand. Ew tenê carekê behsa wê yekê dike, ku ew dersên kurdî
dide «yekî». Di dema xwe ya Mûnixê de, Celadet ji ber kêmbûna pereyan
ji bilî wergera çend nivîsên Nesridînî Xoca, hin nivîsên xwe jî weşand,
ku bi kêmanî yek ji wan xwedî mijareke kurdî bû. Ji ber nezelalbûna
agahiyan, lêkolînên derbarey van nivîsan ta niha bi ser neketine.
Tevlî
ku rewşa wan ne zêde baş bû jî, lê biraderan baş li derdora Mûnixê
digeriyan û pir caran diçûn konsêrtên klasîk û çalakiyên kulturî yên
din. Giringtirîn bûyera siyasî di dema rûniştina wan li Mûnixê de,
hewldana Hitlerî ya rûxandina hikumî di çiriya paşîn a sala 1923ê de bû.
Wan meşa Hitlerî bo «Feldherrnhalle» li Mûnixê ji nêzîkayî ve dît.
 Di
herdu salên dawî de li Mûnixê, navbera di orta nivîsên Celadetî di
pirtûka wî de ewqasî mezin bûn, ku mirov ji vê çavkaniyê jî nikare zêde
agahiyan peyda bike. Celadet di gulana 1925ê de li gel biraziyê xwe
Heqî, yê ku berî neh mehan giha bû wir, ji Elmanyayê derket û berê xwe
da Misirê. Kamiran di 24ê şibata 1926ê de li bajarê Laypsîg dektoraya
xwe li ser zagonên wîrasetê yên tirkî çêkir û sîfeta Dr. jur. wergirt.
Piştî bidawîbûna dektoraya xwe, ya ku wiha dixuye ku wî ew ji derve
çêkiribû, Kamiran ji Elmanyayê derket û berê xwe da Suriyê û Libnanê. Li
wê derê, birader dîsa gihan hev.
 Wergera ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko
*
Dr. Bîrgît Ammann: Li Mûnix, Boston û Berlînê Ethnolocî, Sosyolocî û
Zanyariyên Siyasî xwend û dektoraya xwe li ser kurdên li Ewropayê çêkir.
Ew niha xebatkareke zanistî ya Civaka Berlînê bo Piştgiriya Kurdologiyê
xwe.
Ev belgenivîsar di kovara Kurdische Studien, hejm. 1+2, 2003,
r. 201-208, de hatiye weşandin. Nivîskar 32 jêrenot nivîsandine û komek
ji çavkaniyan bi kar anîne. Lê ji ber tunebûna cî, PEYAMA KURD ew
neweşandin. Wergera wê ya kurdî di rojnameya hefteyî PEYAMA KURD (hej.
1, 10.09.2004) de hatiye weşandin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…