Têkiliya sirûştê û hestan


Nizar Yosif

Çiyayê kurmênc herêmek taybete, bi xweşî û dewlemendiya xwe. Heger mirov li ber herêmên din dayîne, hêjmarê herî mezin ji sedî xwendekar tê de hene, û her wisa jî kesên bawername yên xwendekariyên bilind ji zankoyan wergirtin tê de bihtire. Herêm weko çoxek kesk xwe radaye qorziya dawî ji rojavayê kurdistanê, û ser keskaya xwe de, meywe yên rengîn berda ne, û rûkê xwe pê xemilandiye. Sipehîtaya wê bûye meydana şêwekar û hunermendên afirêner.

‏Nebî Horî ji bin toza dîrokê, ji ber dimdima lingên hovên kedî
kirîn, çavên xwe li heşînaya çiyayê kurmenç vekirin. Di biharê de
payîzek pelweryayî dît, bi xemên xwe ve kul û keser daqurtandin. Berê
xwe da wê hêlîna mirov di hundirê xwe de, bi hêminî parastin -şikefta
Duderî- şikefta li ber bayê talan û wêrankirinê bac bûyî, lê li ser xwe
birîndar mayî, di nava xemgîniyên xwe de, herdu şûnmayî ketin xewa
hişyariyê û giryandina bê tebatê.
‏Xweşiya sirûştê rolê li ser mirov
dike, û di hêle ew bikeve bin bandora wê de, heger bi erînî yan jî bi
neyînî, û çavan li xweşiya wê vedike, herdu pêk ve, bi hevûdu têkiliyê
bi xweşî û nexweşiyan dikin. Girêdanên weha, xwedan bitalintan di
arirîne.
Mirov di nava civakê de zanistiyek giştî perwerde di be, û
di nêvê re jî bi têkilî û hewldanên xwe yê kesayetî û perwerdeyê,
çandekê ji xwe re peyda dike û di afirîne. Ew  mirov û sirûşt û civak,
bi herv re, di nava vê dan û standinê de, girêdanek bi bandor, di nava
wan de tê ava kirin. Ev coreya girêdan û dan û standinê, bi kirar ên
jiyan û civakê, yên ku dihêlin mirov li ser xwe bimîne, û parastî di
vana guhertinên vê xwezayê de çê di bin, cî bigire û xwedan helwest be.
Lewma hawîrdor ê çandî, ew aramiya mirov û girêdan a wî bi xwezayê û
civakê re ye, û rengê dan û standinên herduwan tîne holê. Em dikarin ji
nava van xirûciran û vê têkiliyê, û vê perçûmbûnê, bi girêdana
helbestvan ya bi dorahiyên wî ve pêjindar bin. Di hêle gelek caran yê
helbestvan, derdora xwe ya ku ew tê de dijît bi ser dorahiyên din yên
heyîn ve bigire. Yekbûna wî pê re, di berhemên wî re, di de xweya kirin,
ku ew vê heyînê bi ser her derên din re di bîne û digere, û pê re di
axife û pesnên wî bi coşek germ tîne ziman. Weke ku bi yara xwe re
pesindare, gilî û gazindan, di tengavî û ferehyan de, ji yekûdu dikin,
ev hevgirtin di kevin nava zimanê hestan, bi zimên û biwêjên watedar
têkildar bi bin, di be dilêşa wî pê re di peyive. Ji ber vê yeke pir ên
caran , ji hezkirinê re di êşan de, ji janên wê re bi coş pesindarin.
‏Di
xwezayî û sirûşt ê re helbestvan sîha yarê û spehîtaya dilberê di bîne.
Tekeziya têbîniyê û pûnijî ya wî, bi avakirina wê girêdanê, di nabera
jiyan û xwezayê de, bi dîtina bengiya xwe, wêneyên hunerî pêjindar, ji
pesindayîna wê re, bi evînê tînin ser zimên. Di hêle ku yê xwêner û
guhdanvan bikeve nava wan xewn û xeyalan, bi têkildarî bi wan re watedar
mijûl bi be.
‏Verêja helbestvanan ji xwezayê, ne tenê di warê
hezkirinê de em di bînin, di gelek coreyên sitirandinên din de jî, bûne
conên helbestan weko şîne, lome, pesin, fort î, comerdî, lê evîn dimîne
sitrandina wî hevîrê sereke, di nava van conan de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…