Paneberek ji 5 saln ve bi xwebexşî zarokan rahênan dike

 Idrîs Hiso- Gewîlan
Mihsin Hewaş Hisên ji xelkê Heseka Rojavayê Kurdistanê ye, lê ji ber cenga li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Mihsin ji bo debara jiyana xwe û malbata xwe ji sala 2014an ve penaberî Herêma Kurdistanê bû û niha li kampa Gewîlan dijî.
Mihsin di salên 2000 – 2003 ku leşkeriya neçar dikir, li bajarê Humsê yê Sûriyê, bû yek ji yarîzanên tîma topapê ya Polîsên wî bajarî, herwiha di sala 1998an de bo demekê di yaneya Cizîra Rojavayê Kurdistanê de jî lîstiye, ji xwe li welatê Libnanê di salên 2008 – 2011 li yaneya Entiwan Nîcêriyan jî lîstiye.
Lê ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê derfet li ber yarîzanên
Kurd kêm bûn û rastî astengiyan ji aliyê rêjîmê ve dihatin. Mihsin dest
ji wan yaneyan berda.
Lewam Mihsin berê xwe da karê boyaxkirina
malan, di wî karê xwe de jî ku li Sûriyê û Libnanê kiriye,  gelekî
serkeftî ye ta asta şêwekarekî.
Ew netenê malên xelkê boyax dike, ji wan re li ser dîwarên malên wan tabloyên gelekî ciwan dinexşîne û xweşiyê dixe dilê wan.

xewna Mihsin ku ew bibe yarîzanekî topapê berdewam e, lewma li kampa
Gewîlan, rojane û ji 5 salan ve heta îro, bi xwebexşî, zarokan ji keç û
kuran dide hev û wan li ser lîstika topapê rahênan dike.
Derbarê
rahênan zarokên kampê Mihsin dibêje: “Werziş derûniya mirov û bitaybet a
zarokan baş dike û kesayetiya wan bihêz dike, herwiha wan fêrî
rêzlêgirtinê dike, lewma topa pê yek ji lîstkên herî şêrîn e li ber dilê
zarokan, ez jî dixwazim bi wan re alîkar bim, gelek ji wan heger
guhdaneke baş bi wan were kirin, dê di paşerojê de bibin yarîzanên zîrek
û dibe serê welat û welatiyên xwe bilind bikin.”
Ji xwe di kampên
penaberan de astengî gelek hene, derbarê astengiyan Mihsin dibêje:
“Mixabin yarîgeheke guncaw ji bo rahênana zarokan nîne, yarîgeheke me
hebû, ji bo mezin û zarokan bû, lê ew jî niha bikêr nayê û bi temamî
têkçûye, û ti kes jî xwe nade ber ku careke din nûjen bike.” Berdewam
dike: “Ez bi rêya rojnameya we dixwazim dengê xwe bighînim rêxistinên
mirovî û aliyên pêwendîdar ku bi çavekî li van zarokan binerin û
yarîgeheke guncaw ji wan re li kampê avabikin û guhê xwe bidin zarokên
me ji ber ew paşeroja me ne.”
Gelek berhemdêr û çalakvan mîna Mihsin
li kapmên penaberên Rojavayê Kurdistanê hene, lê mixabin ew ji hemû
aliyan ve têne paşguh kirin û xwenên wan ber bi bê ve diçin, Mihsin jî
bi rêka Rojnameya Kurdistan xwest ku daxwaz û awatên xwe ji bo peydabûna
yarîgeheke guncaw, û alîkariyên diravî jibo zarokan ku ew paşeroja
welatê me ne bighîne aliyên pêwendîdar û raya giştî, bi hêviya ku awatên
wan pêk bên û karibin di paşerojê de xizmeta gel û welatê xwe bikin.
Rojnameya Kurdistan01.07.2020 hejmar 176 
 

 

 

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…