Dorpêçkirî me


Ebdilmecît Şêxo

Berê rûvî
û çêlkên wan
Ez dorpêç kiribûm
Niha jî
Ez ne tenê dorpêçkirî me
Çi lawirên daristanên cîhnê
Hene

Min û sûruşta min
 Di  bin lingên xwe de
Dipelixînin
Lê dîsan
 Ez li asoyek servekirî
 Hêveke devliken
 Zemawendên darên
 Gulistana dilê xwe
 Û li evîna Mem û Zînê
 Di sîngê çiyayek berfgirtî  de
 Û di vê taristana xwînvexwar de  
 Di Efrîna xwe  de
 Çav li rê me
Çav li rê me.
  ….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Reşîd Ebas

Berî sê rojan min nûçeyeke xemgîn bihîst, ew nûçe ya barkirina nivîskar û helbestvan Hişyar Muhemed bû dilovaniya Xwedê li giyanê wî be. Ez pir bi vê nûçeyê xemgîn bûm, piştî du rojan min bi rêya (masincir) bi Evdî Çaço re deng kir, sersaxî ji wî re xwest û di…

EBDILBAQȊ ELȊ

Di mêjûya gelê kurd de du bȗyerȇn diyar hene ku bi hevre xalaeke guhertinȇ ya mezin di pȇvajoya gelȇ ku ji mȇjve jibo mafȇn xwe yȇn netewȋ ȗ niștimanȋ tekoșȋn kiriye ҫȇkirine. yek ji herdȗ bȗyeran damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, û ya dȋ jidayikbûna Serokê gelê kurd, Mesûd…

Ebdûlazîz Qasim

(Li ser zarê Mamosta Hişyar Hisên “Hişyar Bêkes”*)

Hindek diyardeyên zimanvanî di zimanê kurdî de hene, bê ku hîç lêklolîn li ser wan hatibin pêkanîn, û peyvên (Minimal Pairs) yek ji wan diyardeyên ku ti pêkol li ser nehatiye pêkanîn, herwiha min li hember zaravê (Minimal Pairs) tiştek di kurdî de nedît, lewra min ji…

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…