Artsax yan Qerebax, kîjan xwedî maf e?

Eskender Ceiferî

Nagorno Qerebax an Qerebaxa Jorîn an jî Komara Qerebaxa Çiyayî, wek Artsax jî tê naskirin, dewletek e ku di asta nevnetewî de bi fermî nêye naskirin. Li gor saziya Neteweyên Yekbûyî, ew der, perçeyek ji axa Azerbaycanê ye. Lê di rastî de ew der wek dewleta DEFACTO ji Azerbaycanê veqetiye ye.
Komara Nagorno Qerebaxê li başûr rojavaya Azerbaycanê ye. Ew li rojhelat bi Azerbaycanê re û li rojava jî bi Ermenistanê re hevsînor e.

Ji danezanîna serxwebûna di 1991an vir ve, zimanê fermî yê Qerabaxê, Ermenî ye.

Tevî
ku heşîmeta herî zêde ya vê navçeyê Ermenî ye û hinek Kurd jî li wir
dijîn, lê di rastî de ne kesek pişta Kurdan digire ku ew li wir bibin
xwedî maf û ne jî kesek bi eşkere pişta Ermeniyan digire. Saziya
Neteweyên Yekbûyî ku weke saziya ji bo parasina mafên neteweyan tê
binavkirin, ji bo parastina mafê Ermeniyan li wir tev nagere.

Rast e
li wir şerê Kurdan nayê kirin lê belê şerê Ermeniyan û hemû wan
pêkhateyan tê kirin ku li dijî serdestiya Azerbaycanê li wir tev
digerin.
Mijar kûr dibe û di rojên derbasbûyî de Tirkiyê bi awayekî
eşkere ragihand ku ewê li hemberî Ermenistanê di eniya Azerbaycanê de
bin heya tevahiya navçeyan ji destê Ermenisanê yan jî wê dewletê
derxînin ku tenê Ermenitsan li pişta wê ye.
Li gor serjimêriya herî
dawî ya Ermenitsanê ku sala 2011an hatiye encamdan, li vî welatî bi
giştî nêzîkî 38 hezar Kurdan dijîn ku ji 35
hezar kes ji wan re Êzidî tê gotin û ew 3 hezar kesên din jî wek Kurd hatine binavkirin.
Helbet
tê gotin ku Ermenitsan jî qet li mafên Kurdan mikur nehatiye. Lê belê
di vê navberê de pirtirbûna heşîmeta Ermeniyan li wê navçeyê, nîşan dide
ku ew navçe, mafê Ermeniyan e. Ji xeynî hin gund û navçeyên biçûk ên
Azeriyan, lê belê navçeyên din hemû yan jî piranî Ermenî ne.
Li Azerbaycanê jî ji Kurdan re tê gotin Azerî. Li wir qet zimanê Kurdî bi fermî nehatiye naskirin.
Di
vê navberê de hin welat jî hene ku dixwazin rewşê aram bikin. Wezîrê
derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji rojnamevanan re ragehand, ku çekdarên
Sûrî ji Lîbya re hatine veguhesin û ew bûye sedemê alozî, şer û kuştinên
zêdetir.
Mike Pompeo Tirkiye hişyar kir û ragehand, şandina çekdarên
Sûrî bo şerê navbera Ermenîstan û Azerbeycanê heman alozî û şer û
kuştinên li Lîbyayê dê li wê navçeyê jî dubare bike.
Heftiya
derbasbûyî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, heta naha hejmara
çekdarên Sûrî li Azerbeycanê geheştiye 850 çekdaran û bendewarî hene
hejmarekî zêdetir a çekdaran ji aliyê Tirkiyê ve bên şandin.
Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de bi dehan çekdarên Şûrî yên ku Tirkiyê ew şandine şerê Ermenistanê, hatin kuştin.
Rewangeha
Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, di 48 demjimêrên borî de, 36 çekdarên
Sûrî yên ku Tirkiyê ew şandine eniya şer, hatine kuştin û bi dehan jî
birîndar bûne.
Wê saziya sivîl da zanîn, bi giştî heta niha 64 çekdarên Sûrî li Qerebaxê hatine kuştin.
Tirkiye
ku di şerê Qerebaxê de piştevaniya Azerbeycanê de dike, hejmarek ji
çekdarên opozîsyona Sûriyê tevlî wî şerî kirin. Li gor zanayriyên
Rewangehê, heta niha Tikriyê 1200 çekdarên Sûrî şandine şerê Qerebaxê.
Hevdem
serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan roja yekşemê 27.09.2020an bang
li civata navnetewî kir, da ku pişt rast bibin ku Tirkiye destê xwe nexe
nava nakokiyên di navbera wan û Azerbaycanê da li ser herêma Nagrono –
Qarabaxê.
Ev hişdarî ya ji aliyê Serok hikûmetê Ermenistanê ve di wî
çaxî da hat, dema ku serê sibeya Yekşemê şer di navbera Ermenistanê û
Azer- bycanê da derketî û Tirkiyê piştevaniya xwe bo Azerbaycanê diyar
kirî.
Balyozê Ermenistanê li Moskowayê Fardan Taganyan jî, ji ajansa
Sputnikê ya Rûsyayê re axivî û da zanîn Tirkiye 4 hezar komên çekdar yê
Sûriyê bo şer li dijî Ermenistanê bikin bo bereyên şer ê Azerbaycan û
Ermenisanê şandine.
Herwiha Fardan Taganyan tekez jî kiriye Tirkiye
wan komên tûndrew ê Sûriyê perwerde kirine û dixwaze wan di şerê li dijî
Ermenistanê de bikarbîne.
Îranê helweseke cuda hebû û tenê dixwaze
berjewendiyên wê parastî bin. Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd
Xetîbzade roja dûşemê 05.10.2020an ragihand ew ketina topên hawênan bo
ser sînorên xwe qebûl nakin.
Di kongreyeke rojnemevanî de Seîd
Xetîbzade aşkere kir wan bo bi dawîbûna qeyrana Qerebaxê û bi dawîbûna
şerê Azerbayacan û Ermenistanê projeyek amade kiriye û di demeke nêzîk
de wê Îran hem ligel herdu welatan û hem jî ligel welatên herêmê dest bi
danûstandinê bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…