Ronîyek (Spot laîtek) li ser awazkêşiya stranên nûjen ên Hunermed Sead Ferso

 Lewend Dalînî

Kurte jiyan:

Li gundê Tel-Erbîd nêzîkî bajarê Qamişlo di sala 1958 an de ji dayîk bû, û zaroketiya xwe li wir berdewam kirîye, tanî havîna sala 1973 an. Peyre koça xwe ber bi Qamişlo ve bir û lê danî tanî îro.
Di zaroketiya xwe de û bi hebûna brayê xwe ê mezin ku di malê de tembûr van bû, car carna bi dizi û bi tilîyên xwe ên rexil, têlê Tembûrê ji xwe re kire heval û têkildarê saz û evîndarîya pêşeroja xwe di leyîst.

Peyre bi 125  wereqê Sûrî, ji xwere Tembûrek kirî û beşdarî şahîyên gundê xwe bû.
Di sala 1979 an de bi grûpa SELAM a Mûzîkê li Qamişlo, beşdarî kir weke sazbendekî.
Di sala 1982 li Enstituteke kultûrî dest bi beşê hînbûna Ûdê kir û ê yekimîn têde qizinc kir.
 
Bîranînên  destpêkê..Guhdaî  û  bandora  Mûsîkê li ser jiyana xwe …Kak Sead wilo di bêje:

Di
zaroketiyê xwe de me ji radio, guhdarî  stranên Erebi dikir û min
gelekî ji Ferîd Etreş hesdikir, û lêdana Ûdawî ji min re meraqek bû? Û
ji kesên dî jî; min li Ûm Kelsûm, Abdulwehab, Werdeh, Fairoz .uhd.
Ji beşê kurdî di radio a Bexdê min guhdarî: M.Arif, Kawîs axa, Hesen Zîrek, Meryem Xan…dikir.
Di
civatê gund de min gelekî li dengbêjan jî guhadar dikir, stranên şera û
lawik dîlokan, ên wek Demir Elî, Ûsivê Çelebî, Heznî bavê Adil û peyre
dema cara yekemîn helbesta netewî hate awzkirin û bi deng û tembûra
hunermend Hisênê Tewfo hate belav kirin, hingî em ketin qunaxeke dîtir.

Derbarî tekilîyên hunermend Saed bi nemir Mihemed Şêxo re….

Weke
ku tê naskirin, Kak Sead yek ji nêziktrîn hunermend ji mamoste M.Şêxor
re bû, û stranên wî bi temamî bi kartîne, çi ji alîyê mûzîkê û çi jî ji
alîyê deng ve jî? Derbarî têkilîyên wî bi mamoste re, kû kengî dest pêre
kirin, û çawa hatin avakirin?. Mamoste Sead wilo di bêje:

Di
dema têkilîyên minî Mûsîk ê di gel brayê min ê mezin, wê demê min maoste
Mihemed naskir, û piştî vegera wî bi temamî ji Kurdistan ê, têkilî
zêdebûn, û çûn û hatin bûne rojane.
Du sedem hebûn ku hiştin ez pêve
bême grêdan; deng û awazên xweş û hilgirtina derdê miletê xwe bê tirs û
bi mêranî. Û di nerîna min de tiştê ku hişte rengê mûzîka wî kû bû
dibistanek ji ên mûzîka kurdî, ew bû ku mamoste M.Şêxo ji herkesî re
strand û bi gelek beşan û zaravan;  a din jî, gelek (cumelê) mûzîkê ji
ên gelên din bi hosteyî derbasî û di nav a xwe de kirin.
Ji alîkî din
ve jî; gelek sûde ji hunermend ê navdar Tahir Tewfîq kir, û ji gelek
helbestvan re jî awazkir weke Cegerxwîn, Bedirxand Sindî, Xelefê Zêbarî,
Tîrêj, Sebrî Botanî, û gelekên din. Vê yekê mûzîka wî rengîn û xweştir
kir.

Weke min nîşan da piştî vegera wî têkilîyên me mezintir bûn,
û carekê ji bona ku min bide pêş stranek da min ji gotinê helbestvan
Ebdulrahman Gelo “Dîmen ji çavê min na revin”, û ji awazên wî, ku min
strand û bi rastî gelekî pê şa bû.
Ev têkilî berdewam kirin û jê
heskirina min ji saz û awazên wî re jî zêdetirbûn û pêre pêre min stran û
awazên wî,  ji ezberkirin û min strand. Tiştê ku alîkarî bi min re
kir;  nêzîkiya dendê min ji ê wî re, û wilo tanî min rengê mûzîka wî bi
kar anî û peyre awazên min jî li ser awayê rengê mûzîka wî hate avakirin
û ez hatim naskirin weke şopdarekî wî.

 

Li jor, Hunermend Sead û dengbêj Bavê Ehmed bi hevre stranekê dibêjin

XALA GRING DI Vê MIJARê De…
Hunermendê me di heman dema kû bi hemû beşê Mûsîkê ve grêdayî bû lê li ser xaleke gring jî karê wî berdewam bû ewjî :

Sazîya awazan û stranên wî ên taîybet:

Niha
ez ê ronîyê bidme ser dema kû hunermend Sead dest bi çêkirina awazan
kir û çend kasêt an jî CD yên, wî ên tomarkirî hene,  û ji kîjan
helbestvana re awaz kirîye?.

Sead dibêje:
Destpêka min di
dawiya salên heftêyî bûn (1979) û ji beşek stranên Erebî û kurdî bûn, ên
Kurdî bi strana: Ey dîlberê bê behwerî…Xwendin nebe kes naçe pêş….Ezê
ji vê dinyayê barkim.

Û ên Erebî…ji Brahîm Ûsiv, Riyad Al Hisên, Wasfî Al Bunî, Taha Xelîl û Abû Qasim Al Şabî re min awaz çêkirin.
Û di sala 1985 an dema xebata min bi koma SELAM re min gelek stran û awaz, ji wan re amade û pêşkêşkirin.
Du Kasêtê minî tomarkirî hene, ji gotinên: Sydayê Cegerxwin, Keleş Tîrêj, Ferhad Içmo, Salihê Heydo û Taha Xelîl.


dîmahîkê Hunermend Sead sranek awazkir ji gotinê Xalid ê Hiso ‘Di
tarîka çavên te de’ û Radia Arta wê bi rengekî profesîyonal jê re tomar
bikê.

Beşê Erebî awazên nû ji gotinên helbestvan Abdulazîz Ciwaydeh, Seqir Ileyşî.
Hunermend
Behaa Şêxo strana wî a bi navê Xwendin nebe kes naçe pêş strand. Û
strana wî a navdar ‘şemamê’ hunermend Laleş Mîdî strand.

Bawernameyê Rêzgirtinê kû Hunermenr wergirtine evin:

–    Bawernameyek ji koma partîya Yekîtî û Pêşvero di bîranina 13mîn a koçkirina nemir M. Şêxo de li bajarê Qamişli.
–    Bawernamyek di bîranina Seydayê Tîrêj de.
–    MAF
–    Koalîsiona Jinên Kurdan li Qamişlo

Niha
li Qamişlo û li tara rojava cihekî wî ê Mûzîkê heye têde instrûmenta
difiroşê, lê bêhtirê civata wî a hunermend, rewşenbîr û Sazbenda ye,  li
cem kom dibin û stran û awazên xwe bi hevre dibêjin, û çi cara tu di
ber cihê wî re derbas bê, tê karibê weke ku dibêjin tuwê li: “Li Laîf
mûzîkê û bê pere guhdarî bikê??loma jî tu dibînê ku xotr û keçên kurdan,
bir bir di bere derbas dibin û her dighêjin dehma wî meşa xwe gran
dikin hem ji bo bihistina saz û awazên xweş û hem ji bona dîtina xotên
xweşik û spehî jî!?
” .


Di gel kak Sead…Seredanek bal hunermendê Şêwekar Emînê Ebdo.

    30/10/2020 Elmanîya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…