Daxuyanî li ser gotara Konê Reş «Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne»

Ibrehîm Şitlo

Birayê Hêja, Berêz Konê Reş,
Hêvîdarim ku tu Rê bidî min ku ez li ser Gotara te yê bi navê:
Em Deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne, çend daxuyanî bi kurtî bidim nîşankirin:
·    Nivîsandina Kurdî li Ermenistanê ne bi Tîpî Latînî dihat nivîsandin . Hemû Nivîsandina Kurdî bi Tîpîn KÎRÎLIŞ – bûn. Bi karanîna Tîpên Latînî li Ermenistanê ji Kurdan re qedexebû.
·    Hilbijartina Programan li Radyoya Yêrîvanê jî ne bi destê Kurdan dihatin biryardan. Her Tiştek divabû bi Destûra Taybet yê di Destê Serokê Tevgera Radyoyê bû. Ew  Kes jî her Ermen bû.

·    Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyêtê, Dibîstan û Radyoyê bi Zimanê Kurdî hatin qedexe kirin.
Dema
Mezinên Kurdan dijî vê Bûyerê Gilî kirin, Hukûmeta Yêrîvanê Qayîl nebû
ku Dibîstan û Radyo car din weke KURD û weke berê bi Zimanê Kurdî bikar
bên. Tenê eger ew Bêjin em Êzîdêne(navê Kurd ji ser xwe rakin) û em
dixwazin bi Zimanê Êzîdî Radiyo û Dibistanê bikarbînin. Car din Destûra
Radyo û Dibîstanê bi navê ÊZÎDIYAN destûr dan wan.
·    Piştî
Hilweşandina Sîstema Sovyêtê û çawa Ermenistan bûbû Dewletek serbixwe,
Rewşa Kurda li Ermistanê gelek ber bi nebaşî ve çû. Bi Taybetî  Zana û
Kesayetiyên Rewşenbîr ji Kar derdixistin, hinek jî hatin wendakirin û
Kuştin. Ji ber wê gelek Kurd ji Ermenistanê derketin û ji tirsa Jiyana
xwe ketin Rêya Ewrupa an jî berê xwe didan Bajarên dora Mosko an ba Nas û
Dostê xwe yên Kurd  li Komarên Sovyêta berê koçeberdibûn.
·    Tengasî û Zordarî û nexweşî li serê Gundî, Şivan û Gavanên Kurdan jî dihatin bi kar anîn da ku Kurd Cih û Warê xwe berdin.
·    Li dawiyê ezê bi Gotina Kurdên me yên Çiyayê Kurd li Rojava bi bîr bînim:
DENGÊ DEFÊ(Daholê) JI DÛRVE XWEŞE
Mebesta
min ji vê Daxuyanê ne ez Milletê Ermen tawanbarkim an jî Gunehkarkim.
Ne jî bêjim ku Milletê Ermen ne Dostê Milletê Kurde,
Na.
Kurd û
Ermen Sînorvanê hevin,gelek caran û di Mêjûya Hezar Salan herdu Milletan
de û weke hemû Millletên Cihanê bi hevre Xweşbûn, lê carna jî ji ber
hinek Sedeman jî Nakokî û Dijayetî pêkhatiye.
Lê, ji bo herdu Milletan Teybetmendiyek heye:
Ew
jî herdu Netew bi Sedan Salan bûbûn Koleyên bindestê Osmanî û Deweleta
Tirkan. Ji ber wê Taybetmendiyê jî gelek Caran Eşîr û Mîrên Kurd Destê
Alîkarî dirêjî Sînorvanê xwe û li hember Kolîdaran Piştgêriya wan
dikirin û Ermen ji qirkirin û Kûştinê parastine. Ji Aliyê din jî Welatê
Ermenan dibû Pişt û Sêwan ji Serhildanên Kurdan re û Ermen ji mere dibûn
Alîkar û Jiyana gelek Serekên Kurdan parastine.
Min bixwe carekê ji Stranvanê hêja û Navnas Berêz Aramê Tigran pirsî:
„Tu ji kûve hînî Kurdî û Stranên Kurdî bû û ji bo çi tu bi Kurdî distrê?
Bersiva wî – bi kurtî – ev bû:

û Bavê min li Malê bi Zimanê Kurdî dipeyêvîn, Diya min tev bi Ermenî
nizanîbû. Bavê min ji mere digot: „Law divê em Qenciya Kurda jibîra
nekin, Kurda em parastin, em kirin nav xwe û em hembêz kirin.“
Îca ez dibêjim herdu Millet Deyindarê hevin.
Bimînî û bimînin di xweşiyê de.
Kurdish&Islamic studies
14.10.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...