Yekem roja dibistanê û 14 dar

Idrîs Hiso

Berî ku biçim dibistanê, bi tenê min dizanîbû bi Zimanê Kurdî, min digot belkî cîhan hemû bi Kurmancî diaxife, herwiha min zen dikir ku, destpêka dinyê ji gundê me ye û dawiya wê jî Mêrdîne, ji ber bi şev ronahiyên malên Mêrdînê wek gerdeniya keçeke ciwan dibiriqandin û bi roj jî, keleha Mêrdînê xweş ji me ve xuyadikir.

Temenê min bû 7 sal, di payiza 1988an de yekem roj em çûn dibistana gund, em 11 kes pola yekem bûn, 5 kur û 4 keç bûn, mamosteyê me Kurd bû, bi Kurdî ji me re got; ji sibe ve ez dê bi tenê bi Zimanê Erebî bi we re biaxifim, û kes ji min nepirse çima, piştre hûn dê nasbikin çima.
Di heman rojê de ku yekem roja me ya dibistanê bû, di wê roja ku em ji xweşbûna lîskên ser bênderên gund bê par man, wê roja ku wek miriyê ku serê wî li kevirê gorê bikeve, me nas kir ku, zimanê ku em dê waneya li dibistanê pê bibin ne zimanê me yê malê û dayika me ye. mamoste 14 tîp bi Erebî li ser tepê nivisandin û li ser me ferz kir ku, divê sibe hûn van tîpan wek navê xwe ji ber bikin.
Mamoste li ser lênûsa her yekî ji me ew 14 tîp nivîsandin û got; Divê hûn van tîpan 14 caran binvîsin û xwedê ji wî stend yê ku waneya xwe wek navê xwe ji ber neke, û destûra me da, me berê xwe da malê, yekser wek her rojê me berê xwe da ser bênderên gund û me bi lîstikên xwe list, hayê kê ji me ji 14 tîpan maye, û me gotinên mamoste jî yekser jibîr kirin.
A dinî rojê, berdilkên xakî li ber me, kumê bi logoya partiya Bass li ser serê me û folarek jî di hustiwê me de, em jî li rex hemû xwendekarên polên din westiyan û li dengê wan yên bilind, dema çend siloganên partiya Bass digotin, guhdarî dikir, lê me wê wextê nizanîbû bê ew çi dibêjin. Bi her halî em derbasî pola xwe bûn.
Mamoste navê yek li pey yekî ji me gazî kir û xwest em 14 tîpan bêjin, lê ne min û ne ti kesî ji me 14 tîp ji ber kiribûn, lewma yek li pey yekî me berê xwe da dîwar û destên xwe bilind kirin û li ser lingekî westiyan, piştre carê gazî yekî dikir û ji wî re digot destê xwe veke û bi min re bêje.
Darekî zirav di dest mamoste debû, her carekê ew dar li wî destê me yê nazik dixist navê tîpeke Erebî digot, me jî li pey wî digot, Elîf, darek, Baa, darek heta ku me 14 tîp xwendin, hêsiran di çavê me re avêt, hinan ji zarokan ji tirsan terpiyên xwe şil kir, û em hemû bi hovîtiya 14 hezar salan fêrî Erebî bûn, lê Kurdî ji reh, damar, dil û mejiyê me derneket.
Gewilan 10.01.2020
Rojnameya Kurdistan hejmara 167 -15-02-2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…