Birîna helbestê


Burhan Hesso

Helbest birîndar e
Derman
Ax
Av
Ba yê welat e
Ez ne sax im
Ne mirî me
Gulokek rîs ê kevir î
Di hengaw a dil de ,bi takên xwînê re,têtin ristin
Gerdena min mîna Teşiya Dayka min
Qîrîn û kesran dirêse

Dilê min mîna gulokek kevir
Li pey Teşyê
Diçe,tê
Diçe ,tê
Tê û diçe
Serê min li dîwarê ramanan dikeve
Xwelya bîranînan ji kuloxê poşmaniya min hildiweşe,hildiweşe
Hildiweşe ser qîtik û pariyên kezeba min
Aaaaaaaaaaax,ax
Ax ax ax ax ax ax ax ax
Li min,dara di tehtand e şînhatî
Li biyabanan
li çolan
Li derek e ,kes têr e  ne çûyî,ne kes têr hatî
Li minê liminê
Tora devê şikeftan,li ber guran vedayî
Agirê di birînan de dadayî
Xwelya kork û tifikan li şûn wara mayî
Temen roj pey rojê ji dara jiyanê diweşe
Sal pêve neman
Şev mar in
Roj li min Ejdeha ne
Durî welat im
Temîn û qewîtiya min
Li kesên diçin welêt
Kesên ji welêt bên
Hilmek e Ba
Çengek e Av
Û ji bîr nekin,
ji bin pêyên Dayika min,
mistek e Ax
Ji min re bi xwe re bînin
Helbest a min birîndar e
Û
Ez
Ji serê xwe heta pêyan
Welatek e birîn im!.

7.4.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…