Zêro, romana evîna ne li ser axa welat

Idrîs Hiso

Romana Zêro romana yekemîn a nivîskarê Kurd ji
Rojavayê Kurdistanê, Ezîz Xemcivîn e, roman di sala 2019an de ji aliyê
weşanxaneya SERSERA ve hatiye belav kirin.
Mirov dikare bêje di salên
dawî de hejmareke berbiçav ji romanan ji aliyê nivîskarên Kurd ve li
Rojavayê Kurdistanê hatine nivsandin, bi şêweyekî ku mirov hest bi
geşepêdanekê di biwarê romanivîsê de dike.
Lê mixabin bêhtirê romanên ku gihştine ber destê min û min ew xwendine, nivîskarên wan Kurd in, lê berhemên wan bi Erebî ne.

Wek nimûne romanên Jan Dost, Şêrîn Xetîb û Helîm Yûsif û hin romanên romanivîsên din.
Romana Zêro bi zimanê Kurdî (Kurmancî) hatiye nivisandin, ev yek bi xwe jî ji bo min cihê destxweşî û spasiyê ye, ev nayê wateya ku romanên din bê nirx û sûde ne, na lê bi tenê min xwest balê bikşînim ser girîngiya nivîsanidna romanê bi Zimanê Kurdî.
Romana Zêro mijara evînê, kêşe û zehmetiyên nifşên nû di bin desthildariya rêjîma Bass de li xwe digre.
Di romana xwe de, nivîskar kêşeya ciwanên Sûrî û bitaybet ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê dide pêş û diyar dike bê çawa ji ber stemkariya rêjîmê, ne tenê li ser xaka Sûriyê lê belê li ser xaka Libnanê û li dijî gelê Libnanê jî, êdî xort berê xwe didin dervî welat.
Romana Zêro romaneke tijî evînî, helbest û hest in, lê mirov heger li liv û tevgera kasayetiyên Romanê temaş bike wê bibîne ku gelek caran nivîskar xwe xistiye dewsa wan û kesayetî hetine ji bîr kirin, bi şêweyê ku xwêner gelek caran xwe ji bîr dike ku ew romanekê dixwîne, lê belê ew nerîn û hewlwêstên nivîskarî dixwîne, lewma fakterê coşkirinê (Teşwîqê) tê kuştin û xwêner hest bi dûbarekirina mijaran dike û êdî dixwaze bûyer û tiştên nû bibhîze, lê nivîskar gelek caran tiştên ku hatiye gotin bi heman şêweyî dûbare dike.
Wek ezmûna yekemîn ya helbestvan û nivîskar Ezîz Xemcivîn mirov dikare bêje ew pêngaveke erênî ye û êdî romaneke nû li pirtûkxaneya Kurdî bi zimanê Kurdî zêde bûye, lê dibe ku heger mirov hin rûpelan ji romanê bavêje hest bi ti guhertinê neke.
Bi her halî mirov bi xwendina romanê dê careke din bi rêya çîroka kesayetiyên sereke di Romanê ku Zêro û Darînê ne êş û azarên gelê Kurd bixwîne û çawa hemû hewldan ji aliyê desthiltdariya Sûriyê dibûn jibo bişavtina neteweya Kurd li Rojavayê Kurdistanê û tinekirina Kurdan li tevahiya Sûriyê.
Roman di sala 2012an de û bi koçkirina Zêro û Darînê bo dervî welat bi dawî dibe, mîna ku nivîskar dixwaze bêje ku ti derfet ji bo jiyaneke bi rûmet li vî welatî nemaye û her xortek dixwaze êdî ji welat barke.
Ezîz Xemcivîn dixwaze bi rêya çîroka evîna du Kurdên ku ji ber stemkarî û zordariyê, ne li ser axa welatê xwe dijîn, ji bo xwênerê xwe cîroka azerî û êşa gelê xwe vebêje, û bide diyarkirin ku heta niha tevî têkoşîna ku dibe û tevî qurbaniyên giran, li ser axa welat evînî wek azadiyê bi bend û zincîr e.
Gewîlan 23.03.2020z
Rojnama Kurdistan 01.04.2020z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…