Eli Herîrî di sala 1078 an de li gundê Herîrî,devera Şemdînan (Hekarî) ji dayik bûye..Çavkanî li ser Eli Herîrî pir kêm in,weha diyar e ku ew li cem lêkolînvanan pir nebûye cihê balkêşiye.Alkesender Jaba dibêje:Min dîwanek Elî Herîrî li Kurdistanê nas kiriye,lê Fehîm lşik dibêje:Dîwana Eli Herîrî ne hatiye dîtin.Wêjevan Feqî Husên jî xwe hildipesêre ser Ehmedê Xanî û dinivîse:Mirov kane bêje ku Elî Herîrî yekek ji sê mezinên helbestvanên zaravê Kurmancî ye û gengaz e ku ew yê herî pêşin be.Ewî helbestên xwe di şevan û nav gel de dixwendin, lewra jî bandora helbestên wî gelek li guhdaran dibû,eger gel dixwast pesnê dengxweşekî bikira,yekser Elî Herîrî dihata zer zimanan.
berî pêşin di dibistana bavê xwe de xwendiye .EIî Herîrî di nîvtemenê
xwe de çûye Şamê û li gundê Esalê rûniştiye,lê derketina wî ji wî gundî
nediyar e.Mixabin sedema barkirina wî jî ne aşkere ye,lê bi texmîna
me,ew ji ber du sedeman diçe Şamê 1-Ji ber belngaziyê.2-Ji ber
fêrbûna zimanê Erebî û ola Îslamî bûn. Prof.Qanatê Kurdo jî dinivîse û
dibêje:Min helbestek Elî Herîrî di pirtûka Albert Sosin (Berhevokên
Kurdî) de bi zimanê Almanî dîtiye û hin malik jê ev in.
Tenê li ba min zarî dikin
Her kes bizanêt halê eşq
Bi hêl e dijwarî dikin.
Herîrî dibêje:Eger hûn dixwazin nalîna evînê û dildaran bibhîsin,werin cem
min û hûn dikarin derdê hezkirinê li cem min bibhîsin û bibînin,ew hîn pir
vekirî bi xwendevan û gel re dibêje:Bila her kes rewşa dildariyê û şewata agirê wê
nas bike ku ewa çiqas dijwariyan li pêş mirovan peyda dike .Ew dinivîse:
Bi halê eşq bexîl bûbûm
Herdem di dem zelîl dibûm
Bê rêh û bê delîl dibûm
Herkes bi xemxwarî dikin.
Ewa
ji derdê hezkirine bêkar û belengaz dibe,lewra jî ew miqris û çekuz
dibe û di jiyaneke perîşan de dijiya,ew riya xwe hinda dike,lê
tukes nikne riya rast nişanî wî bike û herkes bêzar û xemxwar dibe.
Herîrî•
çiqas ji derdê evînê dişewite,lê ev şewata agirê dilê wî venamrîne û
dîlber xwe li pêş xwe dibîne û dibêje:Te bi pêlkên li ser rûya xwe û
bi rûya xwe ya geş Hêv û Ro jî xemlandiye.Ew weha dihûne:
Eniya bi nur zilf têne ser
Rengîn dibin Şemis û Qemer.
Herweha
jî Kurdnasa Sovyetistana berê Mergirêta Rodênko di pirtûka
xwe(Helbestên helbestvanên Kurd yên ne çapkirî de )çend helbestên Elî
Herîrî yên evînî bi tîpên Erebî di sala (1972) an de diweşîne,Q.Kurdo jî
wan vediguhêze tîpên Kurdî-Latînî.Elî Herîrî dinivîse:
Xelqno werin bibînin
Çi husneke bi kemal e
Heyran ji dil bibînin .
Helbestvan di vir de bang li milet û li hawîrdora xwe dike û dibêje:Werin vê
rindê ji dil de bibînin,çiqas ewa ciwan e û kêmasyên wê tunene.Ango;ew
dixwaze ji gel re bêje:Ma gelo!Hezkirina Şêxê we Herîrî ji vê bûka buhûştê re
ne rewa ye???
Helbestvan li cîhekî din dibêje:
Xalê dişebê enberê
Dêm her wek qemerê
Ez têr nabim ji menzerê
Min naçêt ji xeyalê.
Min qet naçêt ji bîrê
Zilfêt şibê herîrê
Cibhet meha temam e
Rû sorgula bi xûnav e.
Heyran bûme ez ji dinê
Sotim ji destê evînê
Ji xwe nakim hêviya jînê.
Helbest li jor pir bi endêşên ferehe pesna dîlbera xwe dide û ewa xala ku li ser
rûçka
wê ya gelek bêhinxwaş mîna bêhna enberê dibîne û bêhn dike,herwisa jî
li ber çavên wî,dîma dîlbera xwe mîna Hêveke geşdar e û ew çiqas li
dîlbera xwe
temaşe dike,lê ew ji nirîna wê tucarî têr nabe û dîdema ciwan jî tucarî ji endêş û
serê wî de winda nabe.
Helbestvan ne tenê xal û dîma dîlbera xwe jibîrnake,lê ew pêlkên mîna hevrîşmê
û ew rûçkên wek gulên sor bi xûnavê hîn geştir û ciwantir bûne ji pêş çavên wî
hunda nabin,cîhan di serê wî de teng dibe û ew herdem ji derdê evînê mîna mûmê
dişewite û ew ji jînê dilsar û bê hêvî dimîne.
Dîsan wêjevan Sadiq Beha Dîn Amedî çend perçe ji helbestên E.Herîrî di pirtûka
xwe (Hozanêt Kurd) di sala (1980)î de çapkirine ,wek
mînak:
(..
Aqil û hişim bûne esîr
Dunya ku geh,geh têne bîr
Dem suhebetê berda munîr
Zulfa ji werdê bêhn xweş e.
….. )
Di vir de hişê ristevan Herîrî bûye yexsîr û dîlê evîniyê,ew dixwze bêje ku evînê
ez çember kirime,lewra jî ez derdora xwe û cîhanê nikanim baş bibînim,lê tevî
vê yekê jî ,dinya car,caran tête bîra min û Xweda pêlkên dîlbera min ji gulên
bêhnxweş diyarî min kiriye.
Ziman û hunera E.Herîrî di helbestê de.
————————————————–
Zimanê Elî Herîrî pir hêsan e,ew jî mîna gelek helbestvanên din yên
klasîk peyvên Erebî bi karaniye,(Şemis,Qemer,eşq,
hal,bexîl,zelîl,nur,emir,xelqno,husnek,Kemal,menzer,xeyal,şibe,herîr,
temam,herîr,temam,aqil,esir,dunya…).Lê rewanbêjî di hin malikên
helbestên wî de diyar in. Eger em çiqas bêjin, helbestên Elî Herîrî di
wateyên xwe de ne pir kur in û tevna hunerî jî di wan de,ne pir cihê
pesnê ye,lê eger em di koşeya dîrokê re li berhemên wî temaşe
bikin,divê em bêjin û dupat bikin ku ew helbestvanekî klasîk,giring e û
cihê xwe di dîroka wêjeya Kurdî de ta radeyeke baş girtiye û rola
helbestên wî di pêşketina helbestên klasîk de berçav e.
xxxxxxx