EFRÎN DI NAVBER PILANÊN HERÊMÎ , NAVDEWLETÎ , Û NEZANTIYA TEVGERA ME DE

Hişmend Şêxo*
(Nerînek di roja dagîrkirina Efrînê de)

Di 20 / 1 / 2018an de berî bi Du salan hêzên dagîrkerên Tirk bi hemî çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîr kirn , ji encama heman dagîrkirinê bi sedan ji xort û keçên gelê me şehîd ketine û bi sed hezaran gelê Efrînê ji ser xaka xwe hilbûne ji ber tpobarankirina Beyalî û Ezmanî, Herwiha operesyonên guherîna demoxrafî û derwarkirina bi darê zorê ,Dizî û talankirina ji aliyê wan çete û çolaxên girêdayî bi dewleta Tirkiyê ve.

Sed mixabin ji pilan û helwestên navdewletî re ku hiştin dewleta Tirkiyê bi hovîtiya xwe berê xwe bide gelê me yê kedkar, Mirovhez û Azadîxwaz û berê van diz û pêxwasên ku bi navê ( Artêşa Azep) têne naskirin bidin Çiya , Navçe û gundên ciwan ,Herwiha piştî pêncî û heşt rojan ji topbaran kirin ,kuştin û wêrankirina vê herêma aram û bêrdar û li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser ,Li hember xinizî û bêdengiya rêxistin û komeleyên mafên mirovan gelê kurd bi kal û pîr , jin û zarokên xwe di jêrzemînan de kêliyên mirin û jiyanê bi hevre parve dikirin.
Di roja Yekşemê 18ê Avdara 2018an de, weke îro artêşa dewleta Tirk a dgîrker derbasî bajarê şaristaniyê bû , berê wan diz û pêxwasan dan navenda bajarê Efrînê û bi siloxanên ( Elah û Ekber ) dest bi dizî û talanikirina mal û samanên Efrîniyan kirin.
Di destpêka derbasbûna Artêşa Azep de Ji ber kîna dewleta tirk a dagîrker û bi armanca şikandin hêvî û derûna mirovê Kurd û birînkirina rûmeta netewî ya kurdî, dagîrkerên tirk berê wan diz û pêxwasan dane peykerê Kawayê serhildêr ji ber ku ew ji gelê Kurd re simbola Rizgarî ,Azadî û serfiraziyê ye, Lewre berê wan çete û çolaxan dane cîgehê peykerê wî li rex nivîsgeha partiya me ya kavilkirî…
Li wê derê, wan çeteyên xwefiroş, bi kîn û zikreşiyeke bêhempa, bi çanda xwe ya kevneperest berê guleyên xwe dane peyker û paşê zincîr û qeydên zordestiyê di peykerê Kawayê me girêdan û ew rûxandin…
Piştî wî karê gemar û kirêt, wan aşkere diyar kirin û gotin ku : ji navenda bajêr siwar radighînin ku ( Xak bi erebî dipeyive û Efrîn ne ya Kurmanca ye, Efrîn, Efrîna me ye ). Ji ber van kiryarên hovane yên dagîrkeran, bi sed hezaran ji keç û lawên gelê me mal, milk, gund, zeviyên zêtûn û hinaran li şûn xwe hiştine û ji neçarî koçber bûne, berê xwe dane çolan, di bin baran, û sermê de, bê xwarin, bê vexwarin û bê nivîn li dora hev hêwirî ne û bi keserên kûr û bi nerîneke hejar li bajarê xwe dinêrin!… Ji ber vê rewşa dijwar, û di siha kerrbûn û lalbûna civaka navnetewî û rêxistinên wê yên mirovî de, gelek şîrmij , zarokên piçûk , pîr û kal û birîndarên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bûne qurbanên vê êrîşa hovane!.
Wekî em tev dizanin ku di dîroka me ya nûjen de, ev ne cara yekê ye Kurd têk diçin û hêviyên wan têne sêdarkirin, Diho li Kerkûkê bû , Berî wê li Mehabadê, Rêkeftina Cezayîrê …û îro jî li Efrînê ye , Mixabin herdem Kurd bûne qurbanê berjewendiyên xelkê û qelenê wê, derbiderî , penaberî û xwîna sor dane!
Piştî her ketin û likumandinekê, û di bin bandora êşa giran de, li şûna ku em bi Hişmendî li sedemên têkçûnê bigerin da ku di pêşerojê de careke din ew dubare nebin, em şerê hev dikin û her aliyek aliyên din tawanbar dike, û wî di ber ketinê de berpirsiyar dibîne.
Di wê Navê de, Em rastiya rola dewletên herêmê û cîhanê û rola herdu dewletên mezin û xwedî biryar di mijara Sûrî de ji bîr dikin ewên ku berjewendiyên wan di ser doza kurdî û ser her tiştî re ye.
Ji ber vê yekê hêzên me yên siyasî li Efrînê ji hev ketine û valahiyeke mezin li şûn xwe peyda kirine, ji ber ku ev encûmenên xocehî nikarîn bi tiştekî xizmet efrîniyan bikin û nakin jî tenê rola wan pûçkirin û tunkirina tevgera netewî ya kurdî ye , Lewre xemgînî û bêhêvîtî di nav civaka Efrînê de belav bûye.

Gelî camêran

Aşkere û zelale ku şerê Efrînê ji encama Rêkeftina Asîtana bû, di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de, ku li gora wê, Efrîn kirin berdêl ji Xûteya Rojhilatî Şamê re , Helbet hin xalên din ên ne diyar jî hene , Lê di vê derbarê de, berpirsiyariya Tevgera Kurdî her heye, ew ji vê bêtarê bê sûc û guneh namînin. Bi taybetî ( Tev dem ) û ( PYD ) ji ber ku biryara şer û aştiyê tenê di dest wan de bû , Herwiha ji wan xirabtir jî ( ENKS) kesên ku heya bi vê kêliyê di nav hemahengiya Sûrî de mane , Û îro jî hemî di wê kêferatê de ne çep û rast lêdixin , Lê tiştî ji hev dernaxin , Tenê dibêjin : ka em çi bikin û berê xwe bidin kê û kî dibe bila bibe ne xeme lê bila em wek Efrînê , û Serê Kaniyê nebin.

Bi helkefta vê roja xemgîn ez bejina xwe li hember Lehengên Efrînê ditewînim. Ew kesên dilêr ên jiyana xwe û her tiştên xwe erzan kirin û bi çanda kurdayetî xwîna xwe li ser vê xaka pîroz rijandin , ji bo berevaniya xaka kurdî û parastina rûmeta vî miletî.
Herwiha hemî kesên ku destê wan di vî şerî de hene û berê miletê me dane kuştin , kavilkirin û penaberiyê û bi taybetî kesên ku mayîn di mal û xaniyê sivîlan de çandin û çûn ez nefretê li wan tînim.
Ez hemî xebatkarên tevgera netewî ya kurdî silav dikim û bi taybetî kesên ku hatine girtin û li ser destê wan çolax û pêxwasan kotek , şewat û îşkence dîtine ez wan xebatkaran silav dikim û bang li hemî partîzanan , kesayetiyên serbixwe û xebatkarên tevgera rêzaniya kurdî dikim û ji wan re dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir da ku êş û dagîrkeriya Kurdaxê , Serê Kaniyê li Cizîr û Kobaniyê dubare nebe. 
Hêvîdarim di rojên bê de heyamek erênî peyda bibe gelê me li xaka xwe vegere û tevahî Efrîniyên li welêt û li derveyî welêt vegerin malên xwe da ku em hemî bi hevre karibin birînên bajarê xwe derman bikin.

17 / 3 / 2020 

*Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…