Hîn

Osman Îso
 
Di hembêza welatê me de
Kulîlk û bêhn
nameyên evînê
ji hev re bi rê dikin
di çavên hev de xew dikin
û hîn evîndarên hevin
****
Geyayên
gund û bajarên wêrankirî
hîn bi hêz in
ruyên zemîn  nepirçek dikin
Serên xwe ji ronahiyê re hil didin
û hîn zîl didin
****
Stêrkên me
hîn di dilê tarîyê de şax didin
û çavên hêviyan kil didin
****
Bêhna axa sewdayî
ji lêvên baraneke dînok
Hîn…
bi raman û xeyalên min re
govenda eşqê li dar dixwe
û awazên genim î û zêtûnî
mîna çavên EFRÎNÊ
di xwîna min de saz dike
û li aso belav dike
****
Paşila zarokan
Hîn
nanê sêlê hembêz dike
û bi berxikên xemgîniyê û belengaziyê re
lîstikan bi deziyê sibehên xunavî
û hurgiliyên çiya û newalan re dirêse
û eger zarok westiyan
û pêrçemokên birçîbûne
dilê wan jar kir
Zarok rûhenarên nanê sêlê
bi pelên pîvazan fodil dikin
û tev kenekî sadeşêrîn
desmala xwarinê li ba dikin
****
Biharên Kurdistanê
ji kenê
Leyla Qasim , Rewşen ,
Ferînaz,Arîn
û Avêsta
hîn pêlikên xwe dixemlînin
****
Xecxecok
bi biskên biharê re
hîn li ser sîngê bêderan
dilîzin û bi orzelkan guhên
buhara  bextewer şa dikin
û dilê Adarê bi şeyê şahiyê
şe dikin û êşan rêş dikin
Çîçekên şevê
Hîn
keriyên tarîyê
li pêş şivanan lal dikin
****
Berbang
Hîn
bi sîmfonîya dengê dîkan
ji nav gulîstana mijangên te
hêşiyar dibe
EFRÎNA me
****
Zivistana dîn û
êzing û betrola zêrîn
û cotkarê dilbirîn
Hîn dildarê hevin
****
Bîranînên penaberan
Hîn
bi basikên hêviyan
li hêlînên xwe digerin û
li xewnên xwe sîwar dibin
û vedigerin
****
Hîn
Heft bilbilên qeşeng
hest û hestiyên min
bêhnxwaş û germ dikin
****
Hîn û hîn û hîn
Ax ,dar ,dîwar
û çîçekên behîvan  miçiqîne
bendewarin
li benda me ne

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...