Cegerxwîn û Helbesta di Pesnê Barzanî de

 
 Konê Reş
 
  Di roja 14/3/2020an de (117) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir, bavê netewiya Kurdî re derbas dibe.. Îsal jî, wek her salê, min xwest tiştekî li dor vê roja pîroz binivîsim.. tiştekî nû binivîsim.. Ramiyam û ponijîm, li arşîv û bîranînên xwe vegeriyam, rehmetiyê Mela Hemdî Selefî hat bîra min. (Mela Hemdî şahidekî meydanî bû ji gelek bûyerên şoreşa Ilon û Gulanê re..). Her ku Mela Hemdî dihat Qamişlo em çav bi hev diketin; ji me re behsa Barzaniyê nemir, Idrîsê leheng, şoreşa Ilonê û Gulanê dikir.. behsa beşdariya kurdên Rojava, Rojhilat û Bakur di şoreşê de dikir.. behsa helbestvan Hejarê Mukriyanî, seydayê Cegerxwîn û Sebrî Botanî dikir.. Carekê ji me re behsa kongreyê 8an yê Partî, sala 1970î, li Nawperdan kir û got; Seydayê Cegerxwîn jî mêvan bû di gongir de û helbestek di pesnê Barzanî de xwend..
   Di sala 2008an de li ser daxwaza Wezareta Rewşenbîriya Hikumeta
Herêma Kurdistanê, min jî digel gelekan ji nivîskar û rewşenbîrên
Kurdistanî yên naskirî, beşdarî di Festîvala Seydayê Cegerxwîn de li
Hewlêrê kir. Di wê festîvalê de pirtûkek bi navê (Cegerxwîn; gulbijêrek ji helbestên wî), ji berhevkirina Heval Zaxoyî û Evraz Husên
li me belav kirin. Gotin ev helbestên bijarte ji arşîvê Cegerxwîn û
kongreyê 8an hatiye girtin.. -Di wê festîvalê de hin destxet û
cilûbergên Cegerxwîn min û rehmetiyê Rezoyê Osê, li ser daxwaza kurê wî
Kesrayê Cegerxwîn me bi xwe re biribûn festîvalê û di pêşangeha
festîvalê de hatin raxistin- Ev helbesta Cegerxwîn ya bi navê (Qiblegahê Şairan) digel van gotinên ku herdû nivîskaran di pêşiya helbestê de nivîsandine, belav kirine: (Li
havîna sala 1970, li Nawperdan ev helbeste hatiye vehandin, ku wê demê
seyda Cegerxwîn mêvan bûye li kongirê 8ê yê Partiya Demokrata Kurdistanê
/Iraq).
  Fermo, eve helbesta (Qiblegahê Şairan) bi temanî, ya ku Cegerxwîn di pesnê Barzaniyê nemir de gotiye:
(Serwerê alî cenab, Kurd tev bin fermana te bin
Koreş û Dara û Cem, her dem di pêwana te bin
Leşkerê Kurd û Ereb, her dem dibin darê te bin
Sêsed Riza xan û Kemal, tim bi qurbana te bin
E`mrê Keykawîs bikî, wek Omerê adil bijî
     Cahîdo la tiqnîto (جاهدوا لا تقنطوا), tim remz û nîşana te bin
Tali` (طالع) û pextê spî, tim rêber û dostê te bin
Es`ed û Se`d û Se`îd, her dem di fermana te bin
Rayetên nesra mûbîn, raserî hêzên te bin
Ayetên fetih û nesir, herdem ji Barzana te bin
Sor û Lor û Gor û Kurmanc, leşkerên hêzên te bin
Sed wekî Îdirîs û Mesûd, tim di rêzana te bin
Gêj û jarim ez nikarim, zêde pesnê xweş bidim
Faris û Rom û Ereb, serkûpên eywana te bin
Piştî Kurdistan xilas kî, qiblegahê şairan
Sed Cîgerxwîn û Hejar, demsazên dîwana te bin).
  
 
Ez û Kesrayê Cegerxwîn
Konê Reş/ Qamişlo 12/3/2020
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ali Molla Nasan

Ey çîyayê rewşa mala Kurdan!
Ey hêviya biharê bi mafê jiyan
Ey cejna nowrozê bi şahî û zanyarî
Ey strana netewî bi agirê şoreșgerî

Em di lêgerîna aştî û dilsoziyê de hatin rêyê rewşenbûn.
Û li bexçe çanda malbatê ,me canê xwe da serxwebûn
Û bi ava pir zelal û hişyarî ,me…

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…