Şivan di dem û bi şêweyê ne guncaw de, mijarên hestiyar anîn ziman

Idrîs Hiso
Berî çend rojan hunermendê navdar Şivan Perwer vîdiyoyek belav kir, têde li gorî xwe civata Kurdî ji gelek aliyan ve rexne kiriye, ji xwe kes nikare çavên xwe ji xebata Şivan Perwer bigre, her kesê wek Şivan ku dibe kesayetiyek giştî nema milkê xwe tenê ye, ew dibe milkê civata xwe û her gotinek, tevgerek û riftarek dibe cihê dîtina bihezaran kes û rexne lê dibe.
Xelk Şivan wek hunermend nas dikin, lewma dema Şivan xwe berdide nav warên din, gelek qal û qult û gengeşe çêdibe.
Herdem pêwendiya stranê bi mijarên girîng yên civatê ve hebû, û dibe
ku Kurd ji nav miletên hawîrdor bêhtir karîbûn bi stranê peyam û
daxwazên xwe bighînin.
Gelek mijar di nav Kurdan de heger bi stranê
têne gotin wek mijarên normal derbas dinin û ewqas bala kesî nakşîne, lê
heger hat bi axaftinek normal heman mijar derbas be, dibe ku kêşeyeke
mezin çêbibe.
Yek mijarên hestiyar di nav civata Kurdistanî de,
mijara ol û bweriyên pîroz e, ji hemûyan hestiyartir jî heger mirov bi
rexneyê nêzîkî ola Êzidiyan bibe. Helbet ev jî hokarên xwe hene.
Di
vîdiyoya xwe de Şivan rexneyê li hemû oldarên Kurdistanê dike û daxwaz
dike ku êdî riftarkirin û bîrbûn bi heman şêweyên berê, bi ser
dagîrkeriya ku li Kurdistanê û parçebûna ku heye parçebûneke din jî di
nav olan, hozan û malbatan de çê dike.
Bi min mijara ku Şivan tîne
ziman, bigiştî mijareke girîng û mezin e, lê dibe bi şêweyekî din bighê
xelkê, ne tenê bi şêweyê amojgariyê û bi zimanê gazinde û xeydê û tûj, û
bijartina gotinên nebaş derbarê oldarên Êzdiyan wek Şivan kiriye.
Helbet
lêvegerek ji bo civata Kurdî bitaybet ji aliyê ayin û oldariyê ve
girîng e û wek hemû civatên cîhanê xwendinek nû ji ol û îbadatên olî re û
pêwendiya di navbera pêkhateyên civata Kurdistanî re gerek e, lê gereke
bê zanîn jî ku, bigştî ev pêngav piştî bidestxistina serfiraziyê bi
hêsanîtir û pêwîstir dibin. Çinku berî bidestxistna AZADIYÊ civat xwe bi
nerîtî û pirensîpên civakî resen diparêzin, wek nimûne tu nikarî di
dema bindestiyê de ji Kurdan bixwaze hemû çand û nerîtiyên eşîrtiyê li
paş xwe bihêlin çinku bi hebûna eşîrtiyê parastina xwe ji dagîrkeran
dibînin. Tevî ku gelek aliyên xwe yên xirab jî hene.
Ji aliyekî din
bijartina dema vîdiyo yek car ne di cihê xwe de bû, vîdiyo berî çend
rojan ji cejna Çarşema Sersalê hete belav kirin, Şivan qet pîrozbahî li
Êzidiyan nekir, tevî ku wî ne tenê rexne li Êzidiyan kir jî lê pêwîste
em ji bîrnekin ku ev boneyeke girîng bû li Kurdistanê û bitaybet ji bo
Êzdiyan, herwiha mirov divê ji bîr neke ku hîna birînên Êzidiyan şil û
germ in, û bi hezaran keçên me Êzidiyan dîl di destê DAIŞê de ne, vêja
heger mirov ewqas neheqî bi serê wî de were û keç û zarên wî di destê
hovtirîn dijmin de û tiştê nedîtî û nebihîztî bi mebesta qirkirinê bi
serê wî ve hatibe dê çawa karibe bi dilekî fireh giftûgo li ser vê
mijarê bike. Ji ber vê dema ku Şivan ji vê vîdiyoyê re bijart ne
serkeftî bû.
Gazindeyeke Êzidiyan a mezin ji Şivan heye ku wî di dema
cînosayda ku bi serê Kurdan û bi taybet Êzidiyan ji ber tawan û
kiryarên hovane yên DAIŞê hat heye, ew dibêjin me nedît Şivan stranek li
ser êş û azarên me got?! Herwiha ew dibêjin ku Şivan qebûl nekiriye
Beyta Laleşê bibêje ya ku hunermend Hesen Şerîf got û dengveda.
Mijara
ku Şivan behs kiriye, mijarek girîng e, lê şêwe û dema ku Şivan têde ev
mijar bi vîdiyoyekê belav kiriye ne guncaw û serkeftî bûn.
Ji xwe
hin tişt bi amojgariyê xirabtir lê tê û çareser nabin, û di derbarê
mijara şûkirdinê di navbera Kurdên Musilman û Kudên Êzidî de mijareke
hestiyar e, pêwîstbû Şivan di axaftina xwe de ev mijar li gorî nerîtî û
bûyerên dîrokî ku di mijarek wek vê mijarê de çêbûne anîba Ziman.
Kurt
Kurmancî, civata Kurdistanî  wek xwe nemaye û dê nemîne , ji ber hemû
civat bi demê re û bi guhertina şêweyên berhemanînê û deselatdariyê re
têne guhertin, lê guhertina gelên bindest herî kêm û biderengî ye, ji
ber di serdemên dagîrkerî û bindestiyê de gelek caran nerîtî û çanda
resen çi dibe bila bibe, dibe hokarê xweparastin û manê.
Gewîlan 20.04.2020
Rojnameya Kurdistan172 – 01.05.2020   
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…