Salê

 Bavê Zozanê

 Baş tê bîra min berya 30 salî û bîtir jî xwedê jê xweş hunermendê hêja  yê bi nav û deng Se`îd Gabarî li gundê me li Cimayê li rojavayê Kurdistanê li daweta xortekî da ,ji xwe ji ber ew bû ,dawet bê ser û ber bû her kesê ku bihîst ku hunermend  Se`îd Gabarî wê dawetê li dar dixê, hat.Bawerim gundî tev ji heskiriyê wî bûn û ez jî tevlî wan.

Helbet ev hesjêkirin ne ji valabûnekê hatiye ,belê evî
hunermendê hêja dor 50 salî evîna welat li ser her bêndera gundê Kurdan
belav dikir mîna çirakê timî di reş tariya malên mede vêketîbû folklor û
strana kurdî di tevaya temenê xwede parast em timî bi Bilbilê xwey şad
re şadikirin. Ma çi û ne  çi stranek xweş nema û negot pêkenokek şa nema
û ne got derverk nema û lê berxwedan nekir.
Ez dikarim bêjim ku
hunermend  Se`îd Gabarî kaniya ava zelal bû dengê miletê xwe bû
pêşmergê Kurdistanê bû ,ji va sedeman tevan milet heyranê stranê wî bû
,hemî pîvanên çak yên hunermandên serkeftî li cem wî peyda dibûn wek
Deng Gotin Awaz.peyvên stranên wî hemî helbestê hozanvanên nav dar bûn
mîna Helbestvan Tîrêj û Cegerxwîn û ta dawî..Ew nerîna ku hunermend 
dive gotinê xwe tenê bistrê ta hestyar bê û bi ser kevê şikand. Ji xwe
ne mercekî serekeye ku hunermend ji awaz û gotinê xwe tenê bi xebtê û
bêjê…Awazên wî hemî naz û xweş bûn li gorî dilê milet bûn jiyana xwe
tev li çol û deverê kurdustanê bûrand.

Ez dikarim bêjim
hunermend  Se`îd Gabarî xwedanê peyvek xweş bû, nimonê hunermendê
girêdayî doza gel bû,Kurdistan xêza sor bû li nik wî tim digot pêşmerge û
Kurdistan doza minî muqedes e.

Hunermend  Se`îd Gabarî bi hazarê
stranên folklor civakî evînî wisa jî ye şoreşgerî sitra û hûnandiye
,stêrkek geşbû di ezmanê welat de ked û berhema wî  bê hampa ye di
rêveçûna wî ya hunerî a dirêj de bi hezarê gulçiçekan li ber dengê wî
vebûn e, çiyayê Kurdistanê bi şekeftên xwe ve guhên xwe li ber deng û
awazên wî miç dikirin.Ew bixwe mîna Dicle û Ferat bê hedan bû .

Dikarim
bêjim ku hunermend  Se`îd Gabarî strana kurdî ya resen digot  gotinê
strana reqs kurdî ya xirfanî serrast dikir ewî bi xwe strana xirfanî ji
kokê de di xwend gelekî hişyar bû di vî milî de dixwest ji kevintirîn
mak ewê strana resen veguhêzê guhê milet.

Bi rastî hunermend 
Se`îd Gabarî qûnaxa pêncî salî kar û xebata xwe wek şoreşvanekî derbas
kir, hemî celebên jiyana xwe  xistibû bin berjewendiya gelê xwede û wek
siyasetmedar jî li ser rêbaza Barzanî  bû, ji xwe pêvî Almanya li
Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê rûdinişt wisa jî ta ku jê dihat rexne
li şaşîtiyê ku didîtin dikir çi  bi stran û çi di weşanê xwe yê zindî
de ku vê dawiyê dest pê kiribû.
Dijî siyaseta çewt wek ewî digot
disekinî digot em jî wek veqas miletê cihanê ne, divê em xwedî dewlet
bin çiko em li ser xaka xwe dijîn ,timî bi dengê bilind û di hemî
hevdîtin û simînaran de rexnê xwe dikirin û di gotin.

Iro li
Hewlêrê 4.5.2020 hunermend  Se`îd Gabarî çû li ser dilovaniya xwe bi êşa
giran ya penceşêrê ku zû ji nêv me barkir piştî 65 sal ji jiyanek zor û
stem ku berya demeka nêzîk li ser weşana zindî  dîsa hin gilî û gazinê
xwe dikirin digot ku rewşa min başe lê bijîjkan xwestiye ku ez ewqasî bi
têlefûnê nepeyivim çiko ew hin cara zirarê dighênê êşa serê min wisa bi
xweşî digot ji xwe ti heyvanê êşê le nexwiya bû.

Wek me tevan
bihîst û wek wî bixwe jî  got ku bijîkan jê xwestibû ku bighêjê Almaniya
wê çara nexweşiyê hesanî tir bê û ji ber ku hemî balafir ji bo vê rewša
korona hatine rawestendin lome hêja serok Mesûdê Barzanî xwestibû ku
balafireke taybet ji bo veguhastinê  bal bi Almanya ve jêre peyda bikê
lê xuyabû ku rewşa hunermend  Se`îd Gabarî ya dawî ne alîkar bû bo vê
yekê.

Sala 2020 lê nehat ji xwe wî timî di got:
Salê hey bi derdê bi kulê bi meraq bi êş û nalê
Ji xelkêre bihareke rengîne bi sor gule
Ji min rebenê xwedê re pîre payîze reş û kalê
Hey çiftê bê oxirê bê si`ûdê bê iqbalê.

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…