Ebdilmecît Şêxo
Kerek min hebû
Min kuda dajot
Ew wê da diçû
Ez dibirim ser kaniyê
Dibirim nav rêz
Ez di nav çiyan û
Çema Efrînê re derbaz dikirim
Bi vî rengî me çar Demsal
Bi rêzdarî bi hev re derbaz dikirin
Lê min rojekê xwe jibîrve kir
Wî yêm bikim
Zarên gundê me
Di wê rojê de
Ji dest zûrîna kerê min
Xewnekirin !!!
Mirov
Azepek keyayê gundê me hebû
Ji berbangê ta êvarê cot dikir
Bêderên gênim û nîskan
Tev herdu jinên xwe dikutan
Kevirên zeviyan
Bi piştên zarên xwe paqij dikirin
Xûdana aniyên xwe vedixwarin.
Lê rojekê keyayê gundê me
Ew bê firavîn hêştin
Êvarê azep vegerî mala
Keyayê xwe
Li ber lingên wî limêj kir
Û lavij ji wî re xwendin !!!
Çema Efrînê re derbaz dikirim
Bi vî rengî me çar Demsal
Bi rêzdarî bi hev re derbaz dikirin
Lê min rojekê xwe jibîrve kir
Wî yêm bikim
Zarên gundê me
Di wê rojê de
Ji dest zûrîna kerê min
Xewnekirin !!!
Mirov
Azepek keyayê gundê me hebû
Ji berbangê ta êvarê cot dikir
Bêderên gênim û nîskan
Tev herdu jinên xwe dikutan
Kevirên zeviyan
Bi piştên zarên xwe paqij dikirin
Xûdana aniyên xwe vedixwarin.
Lê rojekê keyayê gundê me
Ew bê firavîn hêştin
Êvarê azep vegerî mala
Keyayê xwe
Li ber lingên wî limêj kir
Û lavij ji wî re xwendin !!!
Lênîngrada berê,1985.