Konê Reş
Ezbenî! Di roja 04.12.2020an de, 42 sal di ser roja koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re derbas dibe.. Ew jî, wek bav, piraniya ap, bira û pismamên xwe di mişextî û zîvariyan de miriye..
Werin.. Erê werin em lehengekî din ji lehengên welatê birîndar bibîr bînin.. yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatiyên xwe re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dil û hinavê wî dihat givaştin..
Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ye..
Wî jî, ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana
bakur geriya.. Navê wî jî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat
derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê),
girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê kovara (Roja
Nû) û rojnameya (Stêr) weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de
dersên zimanê kurdî dan û zimanê me parast.. Li Ewropa, nûneritiya
şoreşa Barzaniyê nemir kir..
Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran
Bedirxan di roja 04.12.1978`an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî
mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê.. Anku
ew bê gore!
Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, generan Barzanî jê
xwest ku bibe cîgirê serokê komara Îraqê.. lê ew razî nebû, xwest ku bi
tenê mamostayê zimanê Kurdî be, di dibistaneke çiyayê Şingalê de..
Bedirxan di roja 04.12.1978`an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî
mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê.. Anku
ew bê gore!
Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, generan Barzanî jê
xwest ku bibe cîgirê serokê komara Îraqê.. lê ew razî nebû, xwest ku bi
tenê mamostayê zimanê Kurdî be, di dibistaneke çiyayê Şingalê de..
Derbarî eşqa wî ji xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî re, werin, em van
gotinên wî, yên ku di kovara wî (Roja Nû), hejmara (11) sala 1943
belavbûne bixwînin:
“Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi
xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî
îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî
dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke
ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de
perîşan bûne.. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine
vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc
salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro
Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî”.
Belê ezbenî! Çendî em Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û kesên wek wî, bibîr
bînin û bîranînên wan du gisin û sê gîsin û çar gîsin bikin, em qenciyê
bi xwe dikin û em nifşên nû agahdar û serwextî pêvajoya kurdîtiya resen
dikin. Dawî, bi min xweş e ez bêjim; bi hêvî em ku em ne zindîkuj bin û
mirîhez bin.
Wêne: Mîr Kamîran Bedirxan û kebaniya xwe li Beyrûtê/ 1071, di mêvandariya Hecî Şêxo, serokê Civata Kurdî a Qenciyê de.
Qamişlo 2/12/2020