Siya min

Zilan Hemo

Min ji destê te
piyala hezkirinek qaçax wergirt
Siya min
Min di labîrenta awirên xwe de
hûnda ke

Bihêle ez tenê carekê bi dîtina te
xwe sed carî bikujim
Ez bûme wek perçemoka
aşiqî rojê bûye
Ber ve te ve difirim
Tu dereng mayî
Di devê deriyên kenên min de,
pîrhebokan konên xwe vedan
û jê koç kirin
vegere
min lêvên xwe li ser dêmên te
ji bîr kirin
min awirên xwe di çavên te de berdan
xwe jî di hezkirina te de derd da
vegere dixwazim porê te
dinav porê xwe de bihunim
vegere
li benda te
beybûn di destên min de çilmisîn
stêrkên ku ji ber
xweşik bûna çavên te diteyisîn
li peyî te yek bi yek
ji sînga asman weşiyan
Min di çavên xwe de kedî bike
Bi bijangên xwe min binixumîne
Bihêle di çavên te de razêm
Di xewnên xwe de jî
çavên te bibînim
Belkî bikaribim
ji dîtina wan têr bibim

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…