Ezbenî! Ev bajar, bajarê min û te ye

 
Konê Reş

  Ezbenî! Bajarê te, ji bil dengê şer û pevçûnên rexistinên me, bajarekî bêdeng e.. Rêxistinên me; bi şer, pevçûn û qerebalixin û bajarê me, kerr û bêdeng e.. Rêxistin li cihekî dijîn, bajar û welatî li cihekî din, jana hala Korona û xelayê dikşînin.. Erê ezbenî, ev bajar, bajarê min û te ye.. Bajarê bêdenga ye.. Bajarê ku di kêferata mirinê de li ber xwe dide.. Di kolan û çarşiyên bajarê me de, gelek celeb di ber te re derbas dibin; rîha hina dirêj bûye, hin bi telkî di tewtihin, hin derbas dibin û bi xwe re xeber didin, hin tu nizanî berê wan li ku ye, ew jî nizanin berê wan li ku ye.. Dawî, tu di hisî ku, dilê te bi dizî digirî.. Ji ber ku te xweş naskiriye, tiştek nayê guhertin..

*      *      *
  Ezbenî! Wek ku tu dibînî, em gêjomêjo bûne.. Ji
neçarî, em çirayên ronahiyê dipelixînin! Veşartokên xwe li ber tava rokê
vedişêrin! û êdî nema zanin, em ê li kû bisekinin. Ji berpirsyarên
rêxistinên me re; ewên ku em hez wan dikin û ew dîroka me ne; gelo em ê
çawa pêvajoya we a rast bişopînin..?! Ji welatiyên me re; ewên ku xewin û
azadiya me ne, ji bo wan dibêjim; gelî xewnên welatiyan! Zû bi zû
nemirin û jibîr nebin.. Û wa Azadiyê! Asoyê xwe di ser bajarê me re
fireh bike.. Bela bajarê me teng nebe, bêdeng nebe û pênûsa me neşke..
*      *      *
 
Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xweştir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û
derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijî û pêre zindî
dimîne.. Erê, tiştên xweş, temen kurtin û tevî ku her tişt bi demê re
têne guhertin lê, her xewnên kevin xweş dimînin.
Belê ezbenî! Bela
zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku
nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê
avê ye!
*      *      *
  Ezbenî! Nîtşe, feylesofê Elmanî
bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçin û
tên ava kiriye. Yek jê, belû û eşkere ye, ya din nepen û veşartî ye.. Di
baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitşe
liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye. Ew di hundirê qehremanên
romanên xwe de, li wan tiştên veşartî gerya ye.. Tiştên diyar her kes
dibîne û bi wan zane, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan
tiştên ne diyar, bi hunereke ciwan û bawerî diyar bike..
*      *      *
 
Ezbenî! Ne ev nasnameya te fêdê li te dike û ne serokên rêxistinan fêdê
dikin.. Tu bûye mîna tûmê kelemperê, li ber bayê vê payîzê.. Tu nizanî
kî werîsê te sist dike û kî dişidîne.. û birçîbûn û Korona (Covid 19)
jî, bi rex te ve bazdidin.. Dost, heval, cîran û mirov di mişextiyan de
belav bûne.. û ne çemê Firat di hawara te de tê û ne çemê Dicle li ser
te digirî.. û her xelayê serê xwe rakiriye, bihabûneke bêpîvan di
hundirê mala te de digere..! Destê xwe li qirika te dişidîne..! Û tu
nizanî kengî wê ev rewiş bi dawî bibe..
*      *      *
  Ezbenî!
Di vê rewşê de, tiştê herî baş ku li pêş me maye ziman e. Zimanê me
dîroka me ye û dîroka me di zimanê me de ye.. di zargotin û folklorê me
de ye.. Ew zargotina ku ji ber qedexebûna zimanê me, nehatiye kom kirin û
nivîsandin.. Neyarên me jî bi kêfa xwe têde çêriya ne, têra xwe jê
dizîne û gelek jê kirina ji milk û malên xwe.. Werin, em ji nû ve destpê
bikin; zargotin û folklorê xwe kom bikin, bidin hev û binivîsînin..
Mane kurdan ji mêj ve gotiye: “Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e”.

Konê Reş, Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…