Kurdistan.. Kêşeya Kurdî..


Ezîz Xemcivîn
Em gelekî li bûyerên dîrokî venagerin, piraniya we dizanin ko welatê me du parvekirinên dîrokî lê bûne..
Yekem car Kurdistan wek ko di dîrokê de nav li welatê me bûye, çimkî xaka miletê kevnare ya miletê Kurd e, ket ber şerekî giran di navbera imperatoriya Sefewî ya Farisan û imperatoriya Osmaniyan ya Tirkên nuha, li şerê Çaldîranê Kurdistan ji encama wî şerî sala 1514ê di navbera herdu imperatoriyan de hate dabeş kirin.
Duyem car jî
di sedsala bûrî anko sedsala bîstan û piştî cenga cîhanî a yekem Kurdistan bi
peymana Sayiks Biko ya Frensa û Birîtanya bû çar parçe, beşê mezin ma li
bin destê Tirkiyê, beşê piçûktir ket nav Îran û yê din li Îraqê û beşê herî
piçûk tev li xaka Sûriyê kirin.

Di van salên
dûr û dirêj de Kurdistan parçe bû û her dewleteke dagîrker xwest ko rengê welat
û miletê xwe bide ser miletê Kurd û xaka Kurdan..

Li Tirkiyê,
Îraq, Îran û Sûriyê piraniya bajar, bajarok û gundên Kurdan navên wan yên
dîrokî guhartin, plan li ser miletê Kurd qirkirin, Enfal û cînasayideke
rêbazkirî pêk anîn û hêj berdewam e û heta evê kêlîkê jî Kurd ji hemû mafên xwe
bêpar bûne..
Berî her tiştî şerê zimanê Kurdî bû, bi qedexekirin û nebûna dibistanên Kurdî,
li herçar welatên dagîrker rewş wisa bû.

Lê belê ji
ber tekoşîna miletê Kurd li başûrê Kurdistanê û ji bo behaneyên rabûna Şoreşên
Kurdî li pêşberî cîhanê pûç derxînin, mafekî otonomî yê sexte sala 1970î dan
Kurdên başûrê Kurdistanê, ew maf jî bi xwîna şehîdên Kurd û bi hêza şoreşa wan
pêk hat. Lê çend salekî Kurd aram kirin bi amanca ko şoreşa wan têk bidin, çi
peyman û sozên rêjîma Bas dabûn pêk ne-anîn û bi hemû hêza xwe û bi piştgiriya
piraniya dewletên Erebî û cîhanî 1975ê şerê miletê Kurd kirin û bi peymana Cezayîr
destkeftinên herî kêm jî têk dan û şoreş rûxandin..

Evro ne tenê
şerê ziman, çand û kultura me dibe, lê belê şerê hebûna me dibe.. Miletê Kurd
bi piranî û bi taybetî li bakurê Kurdistanê anko beşê li bin destê Tirkiyê bi
piranî Kurd nema dizanin ew Kurd in, gelek bi zimanê Tirkan dipeyivin û roj bi
roj ramanên netewî ji serê zarokên me têk diçin û ev metirsiya herî mezin e,
gava şerê hebûna miletekî bibe.

Ez nabêjim
kêmasiyên hin partiyên me jî nîn in.. ko roleke wan ya neyênî heye, û ew jî van
ramanan di serê zarokan de diçînin…

Evro Zarokên
 me nema wek zarokên Kurd yên serdemên
bûrî ne, bi kêşe û netewa xwe pabend nîn in..

Rewş li
Rojhelatê Kurdistanê jî pir aloz e û milet ji ber siyaseta dewleta islamîk ya
Îranê pir dêşe û roj nîn e ko ciwan û çalakvanên Kurdan bidar ve nakin.

Rewşa
Rojavayê Kurdistanê ji xwe rewşa herî germ û xwînî ye, milet perîşan bûye,
milet bêserûber bûye. Rewşa abûrî şikestiye û bi ser de jî Tirkiyê du herêmên mezin
yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê dagîr kirine(Efrîn û Serê Kaniyê û gundewarên
wan) û hemû herêma li ser dirêjahiya Sînor li jêr gefên dewleta Tirkiyê ye,
beraber jî hêza Kurdan nema ew hêza ko hevpeymana navdewletî piştgiriya wê
dikir.

Hêz pir
tengav kirine, çarçoveya ko lê tevbigere pir teng bûye, ji hêlekê ve Tirkiyê bi
Emerîka û Rûsya re peyman kiriye ko hêza Kurdî heta 32 km anko ji sînorê
navbera rojava û bakurê Kurdistanê bidûr bike..

Dema 32 km
bi paş ve çûye rasterast ket herêmên ko rêjîm wan kontrol dike..

Û neçar bûye
peymanê bi hêzên rêjîmê û Rûsya re deyne û hêj Emerîka jî dest ji berjewendiyên
xwe bernedaye..

Rûberekî ne
ewqas fireh ewqas hêzên leşkerî ketinê.. Lê ya giring milet e, rewşa perîşaniya
milet, nema dizane wê çi bike, bi taybetî li herêmên ko ji hêla Tirkiyê û
çeteyên digel wê ve hatine dagîr kirin, gund û bajar mal bi mal talan kirine û
ya herî xerab nahêlin Kurd li herêmên xwe vegerin..

Efrîn û Serê
Kaniyê rojane kuştin û komkujî li wan pêk tên. Dar û dexlên Kurdan dibirin,
şerê Kurdan di pariyê nanê wan de jî dikin.

Li Serê
Kaniyê ko nuha hêza ‘’Ceyş Muhemmed’’ wê kontrol dike, destê xwe danîne ser mal
û milkên Kurdan, xanî li hev parve kirine, ger maleke Kurd wekû xelkên bajêr ên
resen ji ber şer reviyane, çeteyan destê xwe danîne ser xaniyên wan û navê yekî
ji wan hêza talanker li ser nivîsandine.

Hêj em li
jêr gefên Daişê ne, çimkî em wekû Kurd dizanin Tirkiyê li pey geşbûna
rêkxistinê û şaneyên raketî yên tirorist û yên tundrew e.

Ji hêleke
din ve jî rêjîma Esed, Îran û ta radeyekê Emerîka û Rûsya jî bêbextî li Kurdan
kirine, çimkî derfet dan Tirk û çeteyên digel tako êrîş herêmên me bikin..

Lê diyar e û
ev rastî ye, Kurd dibêjin rastî tehl e, ‘’Cîhana azad’’ nîn e, cîhana azad ew
cîhana xwedan berjewendî ye..

Di dawiya
gotina xwe de ez ê parçehelbesteke helbestvanekî Kurd bêjim:
‘’Ne Rojhelat, ne Rojava kes bi me re ne heval bû,
heta bi Xweda jî dostê xurtan bû,
dest daye xurtan û bi me ve ranebû.. ‘’

 

05.12.2019

Ezîz Xemcivîn

* Ev
gotina min e, ya li bargeha Partiya
Der Südschleswigsche Wählerverband (SSW) ya kêmnetewa Danimarkî
li Bakurê Elmanya (Schleswig Holstein)

 
Wergerandina zindî: Amed Doskî
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…