Rojhilata naverast li ber zayîneke nû ye.

M.Emîn Sadûn

Têgeh û zarwazê rojhilata naverast piştî cenga cîhanê ya duyemîn careke dî hat rojevê û ev zarwaz ket di nava destên lêkolîner, siyasetmedar, dîroknas, ronakbîr û navendên istiratîcîk ên dewletên zilhêz û kartêker di nava siyaseta navdewletî de, û bi hûranî û kûranî veçiran û li ser mijûl bûn. û bi demê re û li gorî guhertinên rûdayîn li ser asta cîhanê, evî zarwazî nav û nîşanin dîtir wergirtin û bergehin firehtir bi xwe ve girêdan.di encama wan hizir û lêkolînên berdewam de  û herweha nimandin û meyandina wan pilan, helwest û boçûnan de, pirojeya rojhilata naverast a nû yan jê ya mezin derket , ku di destpêka salên du hezaran de xal û nîşanên wê ji aliyê hêzên navdewletî ve hat destnîşankirin û bi rêya pertûk, lêdwan, gotar û lêkolînan re hat ragihandin, tevî ku Ji ber hin merc û nîrên herêmî û navdewletî paşket jî. lê, xewin û hêviyên wan bi serkeftina wê pirojeyê re ma gerim û gur, û asoyên berjewendiyên wan li ber çavên wan wenda nebûn.

Piştî çendîn salên dûr û dirêj ji hevrikî û nakokiyên malwêran , îro
ew piroje siha gavên xwe li ser rûyê erdê datîne û dixwaze wan gavan
bavêje û nexşeya rojhilata naverast a nû yan a mezin deyîne. Tevî ku ew
piroje rastî gelel kelem û astengan di dîroka xwe de hat û dûvdirêj jî
kir û di nava geravbûna gera xwe de pir tawan û rûdanên diltevzîn û
balkêş bi xwe ve girtin û wêraniyên mezin jî li şûn xwe ve hiştin, ku bi
dehên salan û herweha çend nefiş jî  divin, ta ku şûn û şûnmayên wan
wêraniyan jibîr bikin.
 Pêşîn dihat pêşbînîkirin ku rêya ber bi
cîbicîkirina vî pirojeyî ve di destpêkê de, ji xwedî û xwedanê wî re
xuya bû, dema radighandin: Rojhilata naverast a nû wê ji malzaroka  şer û
pevçûnên giran derkeve. Niha û piştî ew şer û wêranî,û bi tevilheviyeke
bê sînor hemû ast û tixûb derbas kirin, xal û nîşanên zayîna rojhilata
naverast a nû diyar dibin, nexasim piştî bihara gelan berî deh salan li
bakûrê Efrîqya  û rojhilata naverast destpê kir û dewletên zilhêz û bi
destêwerdana dewletên herêmî û daxwazên rêjîmên desthilatdar, gelek hêz û
dewletên cuda cuda li ser asta navdewletî û herêmî meydana şerên xwe
derbasî xaka wan welatên pirsgirêk û alozî têde rûdayîn kirin û li ser
xaka wan şerê hev kirin. Ev e nêzîkî deh sala ne ew şer û wêranî
berdewam e, û aramî û seqamgêrî li wan welatan cîgîr nebûye.
Gelê
kurd li herçar parçên kurdistanê di nava dilê wan şer û wêraniyan de
dijîn, û derd û êşên wan kêşand û hê jî dikêşîne. Lê li aliyê dî van şer
û wêraniyan  pir guhertin û pêşhateyên balkêş û mezin bi xwe re anîn,
çi li ser astê herêmê bin an jî li ser astê kêşeya kurdî û derbaskirina
wê sînorên navxweyî û herêmî û rawestandina wê bi dengekî bilind û
hêzeke mezin li beravên hêzên navdewletî. Divê li vir em jibîr nekin ku
rêkeftina Saykis û Pîko ber bi dawiyê ve diçe û hilweşandina wê bi
rengekî fermî nêzîk bûye. Ji ber wê jî nexşeya nû ji rojhilata naverast
re li ber destaye û kêlikên wê ji aliyê dewletên zilhêz ve tên dayîn.
Tevgera
kurdî li herçar parçên kurdistanê ji her wextî bêtir jê tê xwestin ku
têkiliyên xwe bi hev re xweş bikin, nakokiyên xwe paşguh bikin û
berjewendiyên gelê xwe yên istiratîcîk li pêşiya her tiştî deyînin, û
gotar û helwesta kurdî li ser kêşeyên çarenûsî û ewlekariya netewiya
kurdî bikin yek û li ser asta her parçeyekî yekrêziya navmala kurdî
peyda bikin.
Îro roj dagîrkerên kurdistanê di alozî û astengin dijwar
re derbas dibin û ev bi xwe derfeteke zêrîne li pêşberî xebata gelê
kurd û destkeftiyên kurdan li herçar parçeyan. Ji ber wê jî gereke 
qûnaxa duyemîn ji danûstandinên kurdî kurdî li Rojavayê kurdistanê bi
lez û bez bên kirin, û encamin serkeftî bi xwe re bîne û kurd bi hêzeke
xurt  û bi yek gotarê derbasî danûstandinên kurdan û pêkhateyên din li
Rojhilatê Feratê bibin û enîyeke hevgirtî ji tevaya pêkhatan ava bikin.
Guhertinên mezin, çi li ser astê navdewletî, û çi li ser astê herêmî û
navxweyî rûdane û kêşeya kurdî cihekî berz û bilind di nava van
guhertinan de girtiye û bala berjewendiyên dewletên zilhêz kişandiye. Ji
ber wê jî îro ji herwextî bêhtir gelê kurd pêwîstî bi yekrêzî û
hevgirtinê heye û tenê ewê mafê gelê kurd di hevkêşeya navdewletî de
dabîn û misoger bike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…