Birîn

Alan Hemo

Birîneke dijwar
Bigiranî li pişta min e
Li hesinkarekî digerim
Zana û xwedî agirekî gurr
Birînê bikewîne
Destê min naghêje birînê

Û ne lêdigere
Li vê birînê haşim
Dinav me de ne rondik û şevên dirêj
Rondik ji avê tîrtir e
Şev ji xwê dijwartir e
Ji birînên xwe re bitaswasim
Tenê êş dîroke
Ji dahatûyê re şop û rêke
Lewra li birînên xwe miqate me
Ew e pênûsa ku li kêla min wê binivîse
Yan wê bêje pakrewan çû
Yan mirar çû
Birîn ji serdan a re wê pêşwaz be
Can bi rondikên wan efraz be
Li dûv min
Tenê birîn a min wê çîrok be
Destan û şevbuhêrk be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…