Salah Saadellah: (1930 – 2007) Zavayê Mîr Celadet Bedirxan

 Konê Reş
 
  Wek ku diyar e, piştî ku Mîr Bedirxan di sala 1847an de sirgûnî Stenbolê bûye, neferên malbata wî di çar kenarên dinyayê de belav bûne. Di wê mişextiyê de keçên xwe dane gelek mirovan. Ew keçên ku dane jî, bi rêk, pêk û şêwir dane û wiha gelek zavayên wan ji malbatên naskirî hene wek. Malbata qeralê Ûrdunê, malbata Elsulih li Libnanê, malbata Rehmî Hekarî û malbata Saadellah ji Zaxo.. Belê di baweriya min de çendî zavayên Bedirxaniyan hebin û têvel bin, kes ji wan nagihêje bejin û bala Salah Saadellah kurê Zaxoka Botan. Ne di warê mirovahiyê de, ne di wê ilm û zanînê de û ne di warê Kurdewariyê de. Ez dikarim wî bi navê Mirê zavayên Bedirxaniyan bi nav bikim.
   Gelo mamoste Salah Saadellah kî bû? Ew nivîskar, torevan, wergêr,
zimanzan û rewşenbîrekî kurd bû. Rehmetî di sala 1930î de li Zaxo hatibû
ser rûyê dinyayê, xwendina xwe li Kurdistanê, Îraqê û Birîtanya
xwendibû.. Pirrê jiyana xwe a karê endazyariyê li Bexdayê û Kerkûkê
derbas kiribû. Di ber karê xwe yê fermî re bi ziman, ferheng, wêje û
wergêra ji zimanê kurdî bo îngilîzî û erebî û ji îngilîzî bo kurdî û
erebî mijûl dibû û wiha gelek pirtûkên wî yên hêja di vî warî de hatine
çap kirin wek: (Dîplomat) ku ji îngîlîzî wergerandiye Kurdî û pirtûka (Kurdistan Divided Nation of the Midile East), ku ji berê 60 salî ve bi îngîlîzî nivîsandiye û di bin naznavê xwe (S S. Gavan) de çap kiriye, hem jî ev pirtûka wê hatiye wergerandin ji bo zimanê Erebî û paşê jî zimanê Rûsî. Jixwe ev ferhenga wî; (Ferhenga Salaheddîn) ku bi kurdî û îngilîzî ye, zor bedew û giring e.. Hem jî ji xebatên wî yên herî balkêş wergerandina (Mem û Zîn)
e wî ev destana kurdî ya giranbiha ji kurdî kiriye îngilîzî û di sala
2008an de hatiye çap kirin.. Herwiha bi dehan pirtûkên wî bi zimanê
Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene.. Buhiştî di roja18/10/2007an de, li
Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad, çûye ber dilovaniya Xwedê. Li ser
daxwaza wî, ew li bajarê wî Zaxo di nav xizm û karên wî de hatiye
veşartin.
 Belê kebaniya wî mîrzade (Sînemxan Bedirxan), keça Mîr Celadet Alî Bedirxan e, neviya Mîrê Botan, Mîr Bedirxanê Azîzî ye.. Du zarokên wan hene; Azad û Dilnaz. Azad wek bavê xwe endazyar e û niha hin kompaniyên wî bi navê (GAVAN) ku naznavê bavê wî bû li Hewlêrê hene. Xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike.
 Wêne:
Ez û rehmetî Salah Saadellah, di festîvala Bedirxaniyan de li Hewlêrê
sala 2006an. Wêneyê din; Salah Saadellah û kebaniya xwe Mîrzade Sînemxan
Bedirxan û herdû zarokên xwe Azad û Dilnaz.
 
Konê Reş, Qamişlo, 30.08.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…