Çime Peyvên Erebî di Helbesta Kurdî ya kilasîk de..

Bavê Zozanê
 
Bi rastî ji mêjve ev gotar -peyvên Erebî di helbesta Kurdî de -wek babetek e balkêş bala min dikşand lê pirê caran min nedixwest di vê babetê de binvîsim ji ber pir sedeman.
 
yek jê tirsa min ew bû ku ez wek nivîskar nikaribim mafê vê babtê wek tê xwestin şirovebikim yan jî bi hemî şax û cûreyên wêve ber biçav û zengîn bikim.

Bi rastî hemî helbestvan ê wê çaxê wê demê wê qunaxê(Sed sala
şazdehan û berî wêjî) bi eynê reng û şêw e dinivîsandin wek ku çavhev
dikirin,ta ku naveroka helbesta wan jî nêzî hev bûn, mîna Eliyê
Herîrî,Melayê Cezerî û Feqiyî Teyran wisa ta Ehmedê Xanî jî û pirê din
jî,ku ev navê jorîn wek mînak ne wek jimar min  nîşankirin.
 
Ji
xwe tevan bi wî rengê kilasîkî xuya helbestên xwe diristin,dihûnandin,
ta ku carna malikek yan jî movikek bi serê xwe bi tevayî bi Erebî dihat e
pêk anîn di helbestê de.
 
Lê pirsa me wek min diyar kir çima
gotin û hevokên Erebî û biyanî di helbesta xwede bi kar tanîn vajî wilo
jî ku helbestvanê me yên vê serdemê, gênc û xortên me dixwazin bi
zimanekî xirû, bi kurdîyeke zelal binvîsin,ta ku gotina Erebî di
helbesta xwede wek tiştekî lewaz,şerm, dibînin ku pir caran gotinên
latînî li şûna ya Kurdî bi kar tînin heger rastî wê newên lê her û her
xwe ji ya Erebî dûrdikin,jê direvin ta ku esta helbesta xwe pê neşkênin
pê lewaz nekin, wisa ew di ramin û wek min got çi gotin be bilanê
dikarin bi serbilindî di helbesta xwe ya nûjen de bi kar bînin lê ji
gotina erebeî ciz dibin .
 
Di baweriya minde ev çend xalên jêrîn bersiva pirsa me ya jorîn çime? Dide:

1-Bêguman helbestvanên me yê kilasîk hemiyan xwendina xwe li ber destê şêx û melan li ber destê feqeyên misilman tewa kirbûn xwendina wanî sereke ya Olî bû ,bi zimanê Erebîbû loma bi çavekî giran li zimanê Erebî di nerîn,didîtin ku zimanekî bi rêk û pêk e çiko zimanê Qura`na pîroz e , vêce cihê şanaziyê bû li nik wan heger pê binvîsin û bixwînin.

2- ji xwe tîpê Erebî di nivîsansina xwede bi kar tanîn lome ti piroblêm li nik wan ne dihate peyda kirin ku peyvekî yan hevokekî Erebî derbasî helbest xwe bikin.

3-Ev kar wê demê  bûbû wek nîşana qûnqxa wan,wek hînkirina wan bi çendî zimanan ,wisa jî pirî gotinê wan girêdayî bû bi Xwedanê jorîn ve pesin û xisalên wî di helbesta xwede nîşan dikirin,evîn û heza dilber ê bi evîna wî ya mayî ve dihûnandin ku ji xwe mihr û Ciwanî ji xweda dest pê dike.

4-Pirê caran çav û qam û biskên yara xwe bi rengên  tîpên Erebî ve girêdidan (qam wek tîpa  A ya erebî dihat nîşan kirin, birû bi nûnê ve girê didan ,wisa bisk jî bi lamê ve .. û ta bdw)

5-pir caran jî helbestvan xwe wek kole didît li devê deryê dilberê ,xwe herî nimiz didît ,ev jî ji kiltûra Que`ranê hatibû ,pihtrî wisa jî xwe bi rengê Sa berhevdikir ku mîna wî li ber sîka devê deryê dilbera xwe rûdine û lavlavê jê dik e.

Çend malik û movik ji helbestên helbestvanê me:
 
Eliyê Herîrî(1009-1080)
 
Naxwazim
helbestan şirove bikim bi qasî ku tenê peyva Erebî ezê bi xêzekê di bin
de wê nîşan bikim,ji ew bi xwe ,xwe nîşan dide:
xelkno werin bibînin
çi hûsneke bi kemal e
heyran ji dil bibînin
ji sene` zewal celal e.

Dîsan ji nû eşqa berê
`Ecîb letîf û cindî ye ezman(ziman) nezan û Rûmî ye
Ageh ji eşqbazan niye mest û xumar û serxweş e
 
E’niya bi nûr zilf têne ser

E’niya bi nûr zilf têne ser
Rengîn dibin şems û qemer

 
Melayê Cizerî(1570-1640)
Der heq me
husna te nizanim bi çi teşbîhê bikim
»Fî ehseni teqwîm« lew hatiye tefsîrê
Destê qudret
Destê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab
Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab
Dilber şikêna şekerek Şikêna
 Dil bendê dava zulfekê
Keftî kemenda ulfekê
Hel fî yedi l-meftûni şey?
Ew keyfe eşne` ya feta?
 
Sebahul Xeyr Xana Min
Ji xwe nîvê helbestê bi Erebî ye
Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min
Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min
 
Te alellah çihzatî tu çih wî şîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu
 
Heyat û reheta can im”sebahul xeyr ya xanim!”
Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê
Feqiyê Teyran(1590-1660)
Min helbesta hebestvanê hêja Ey dilber ê wek minak bi tevahî ber bi çav kir ji xwe peyvê Erebî xuya û eşkerene bê ku ti xêza li bin wana deynim
 
Ey dîlberê, ey dîlberê
wey nazika dêm qemerê
qamet ji mûma fenerê
wêran ez im, malim xirab

Ey dîlbera gerden letîf
wey nazika qamet elîf
qamet ji reyhana zerîf
wêran ez im, malim xirab

Ey dîlbera bejin zirav
dêm şûşeya tijî gulav
wey esmera tilî zirav
wêran ez im, malim xirab

Ey dîlbera gerden ji `ac
wey nazika mislê zucac
qamet ji rey`hana qirac
wêran ez im, malim xirab

Ey dîlbera qamet mîsal
wey nazika dêmî şepal
`işq û me`hebet min li bal
wêran ez im, malim xirab

Ey dîlberê, way dîlberê
feryad ji destê kederê
cur`ek ji ava kewserê
wêran ez im, malim xirab

Subhan ji şahê zulcelal
wey nazika sahibcemal
ji xwendinê kirim betal
weran ez im, malim xirab

Çavan hiltînî bi mest e
cindiya misrî bi dest e
l` kuştina min te bi qest e
wêran ez im, malim xirab

Tu bi qesta min dikujî
tu kafira, dil nasujî
gelek sotim kirim rijî
wêran ez im, malim xirab

Gelek sotim, kirim kibab
kirye bi min, sed reng xirab
ya “leytenî kuntû turab”
wêran ez im, malim xirab

Ya “leytenî kuntû fexûr”
wey nazika min te ji dûr
bê hiş kirim xalê di hûr
wêran ez im, malim xirab

Bê hiş kirim xalê di qer
biskê siyah, zulfêd qemer
`işq û muhbeta min li ser
wêran ez im, malim xirab

Sotim, birajtim bê `hisab
lê pirsî bo kirme kebab
kirye bi min sed reng `ezab
wêran ez im, malim xirab

Sub`han ji şahê bi tinê
xalek ji xala gerdenê
ez dîn kirim berdam dinê
wêran ez im, malim xirab

`Işqa mecaz peyda bûye
îro li min dijwar bûye
hîvî dikim `heqîqî ye
wêran ez im, malim xirab
 
Ehmedê Xanî(1650-1707)
 
Mem û Zîn
 
Sernameyê name, namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah

Ey metle`ê husnê `işqibazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî

Namê te ye lewhê nameya `işq
ismê
te ye neqşê xameya `işq

neqşê te, neqşê xame xam e
Bê namê te, name natemam e

Namê te ye sahibeytê meqsûd
Fihristê mukatebatê
mehmûd

Medmûnê muraselatê la-reyb
Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb

Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb
Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb

Me`sûq tu yî, bi fexr û naz î
`Aşiq tu yî, lêk bêniyaz î

Mutleq tu mufîd û mustefad î
Bêşubhe murîd û hem murad î

Nûr î tu di husn-i rûyê dildar
Nar î tu di qelbê `aşiqê zar
 
Şehîdê kerbrla
 
 
Fate ‘umrî fî hewa ke ya hebîbî kulle hal
Ah û nalem hem demem şod der fîraqet mah û sal
Ger benim kanim dilersin çokden olmiştir helal
Dîn û ebter bûm ji işqê, min nema ‘eql û kemal
 
Dila
 
Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî
 
Ey mutribê demsaz
 
Cana! Bide min boseyekî her we bi dil xwaz

Rûhê min û sirra di ruxê yarê bi yek ra
Roja ezelî bûne bi dil hemdem û hemraz.
 
Dawî:
 
 
Bi
kurtî  dixwazin bêjim ku sedema yekê û dawî  wek bersiva vê babetê ka
çima helbestvanên me serfiraz û şanaz bûn bi karanîna gotinên  Erebî di
helbestên xwede ewbû ku Misliman bûn û zimanê Qura`nê wek zimanekî bala
û pîroz didîtin.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…