Desteya bilind li Rûsya

Mehmûd Biro

Divan çend rojên derbasbûyî de, û liser xwesteka welatê Rûsya, şandek ku pêkhatìye ji pênc kesan wek desteya bilind ber bi welatê Rûsya ve birêket.
Di rûniştinên xwede ligel berpirsên Rûsya ,hin xal ji alîyê desteya bilind ve hatin zelalkirin û hatin weşandin di medyaya kurdî de, liser malperên internêtê.

Jiwan xalan, kû heta îro Rûsya desteya bilind bişewykî fermì li qelem nedaye. Herweha pesen nekirîye.
Tevlî ku vexwendina vê desteyê jibo beşdarîkirinê ye di kongira Cunêfê ya duweme de,lê mixabin heta îro bifermî ev desteya me nehatîye vexwendin da ku bifermî beşdari vê kongirê bikin liser navê kurd.
Ji alîyê din ve hêjayî gotinê ye  ku rayedarên Rûsya hiç garantìyek nedaye jibo pêşeroja miletê kurd di Sûryê de.

Tiştekî pir diriste ku kurd wek hêzek serbixwe beşdarî kongira Cunêfê ya duwem bibin,  lê birastî ev geşbînîya ku endamên desteya bilind diyardikin dipêşveçûna  hevpeyvinênên dinavbera wan û rayedarên Rûsya yê de, ne dicihê xwedeye, û herweha ne liser bingihek rastteqîne û destnîşankirîye.

Herweha diyarkirina ku ev dîdara ligel Rûsya berdewamîyke ji wan têkilîyên semîmî û dîrokî yên dostanîya Rûsya bi gelê kurd re, ev yekjî ne dicihê xwedeye, jiber kû divê em serê xwe didîrokêve derxin , ne dîrokêji serê xwe derxin. Divê em komara Kurdistan jibîr nekin kû çawa leşkrê sor yê wan, yê Sovyêta berê palpiştîya xwe vekişandin û li peymana xwe xwedî derneketin, lê tenê li bercewenda xwe xwedî derketin, û li dawî bûne sedemekî serekî yê ruxandina komara Kurdistan li Rojhilatî kurdistanê.

Jiwê zedetir jî Rûsya xwedanê bikaranîna Veto ye pirr caran dijî şoreşa Sûrî û ji qizinca rêcîma xwînmijve biryar distand, ev yek bû sedeme kuştina bi hezaran kes , dinav wande kurd  jî bû qurban û bidihan şehîdbûn.

Parçebûna kurdistana mezin jî , destê Rûsya dinavde heye , divê em vêjî jibîr nekin.

Herweha hêjayî gotinê ye kû em bêjin, desteya bilind nûnerê gele kurde, lê ne nûnerê tenya ye, jiber kû gelek rêz û hevrérzên ciwanan , herweha çend grûp û sazîyên konevanî û komîteyên civata sivil yên din jî hene ku xebata xwe liser erdê dikin dijî rêcîma Sûryê, û jibo mafê rewayî çarenûs yê gelê kurd xebata xwe didomînin. 

Van camêran qurbanîyên corbicor jî dane diber rêbaza xwede, lewma jî divê em mafê wan nexwin, biteybetî hevrêzên ciwanan ku ewbûn ardûê şoreşê û qurbanên serê rimê li Herêma kurdî de.

Dibehwerîya minde heger kurd xwedî vê çandê bin, û roj biroj zedetir nava mala xwe rast nekin, û ev nakokîyên kû îro dinava wande hene tune nekin, û xwe ji çanda kû partîya bees dinav mede çandîye neparêzin, û hêzek  leşkerî netewî yekgirtî bilez ava nekin, û bernameya xwe ya siyasî zelaltir nekin,  û xwe ji desthilatdarîya take hizbi neparêzin, wê çaxê wê kurd wek bazirganê muflis bin kû birastî kes naxwazê bazarê ligel bikê, û ne Cunêfa 2 û ne 3 û4  û ne pêncjî wê tiştekî bo gelê me bînê meydanê.

Wê ewjî wek vaqas kongirên din bê jibo me , û emê serqot û pişte vala û qemçik xwehr û xwerandî vegerin mala xwe. Jiber kû helwest û biryara me ya siyasî ne yeke

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…