behmend xano
qadama dizîn bi hişkerî
kedama xwarin bê fedî
rojên me tev kirina tarî
bo em ne bînin ti xweşî
bajarê me bin dest kirin
daristanên me hişk kirin
zimanê me qedexe kirin
xelkê me ji hev cida kirin
kirin karkerê me bê kar
* * *
zîndankirin pir kal u ciwan
gel zilim u êşkencî u talan
nalîna wan gihişta ezman
dayik ji derda kirin hawar
dilovanî qet ne me li cîhan
* * *
serdarê me bin çav kirin
miletê me tim birçî kirin
zarokên me bi girî kirin
bav girtin ew sêwî kirin
ji xweşiya em dûr kirin
* * *
van dijminê bi bext u olî
rexna me kirin bi derewî
pênûsa me şikandin ji tirsî
pirtûk şewitandin u nexşî
ev çi rojgarek pirr tarî bî
* * *
van dijminê bê ol u hest
ti car ne bûn xwedî dost
sitemkarin her demu wext
xwedan zimanê çek u rext
naxwazin em bibin serbest
* * *
dijmin şkand şaxê biratî
pûç kirin bedewe suriştî
vemirandin xetîra azadî
herfandin gemiya aştî
de em barkin ji vî warî
* * *
li emin arîna kaniya hest
maf ber çava hemî wext
rizgar nîşana me her wext
wê rojek bê bibin serbest
wê kulîlk şînbibin li surişt