Helbest u Vidyo

Amûda Birîndar

 

Salar Temer

Amûda min Birîndare
bi Qêrîne û bi Heware

Xwîna Xorta li Ardê ye

Talana Xuşk û Bira û Bav û Dê ye
Nêrgiz û Kulîlk şînda li Cihê
Baran û Awir li ser kir Sihê

wa Partîyên bi Rêz û Hûrmet
şerme kuştina Kurdên bi Rûmet

ew Doza Dijminê me ye
ne Rêka Bav û Kalê me ye

lê digerin li Azmana
kuştina Kurda li Kolana

Rêka me Kurda pir zehmete
bê Kar û bê Kûmlik û bê Dewlete

şeref û Axlaq heger hebe
Partî nakin tev lû heve

Birakujî yê ji bîr bikin
bi Biratî yê li hev bikin
bi Rastî yê bi hevre bikin

ya Saxlem û Durist ewe.

……Swîsra

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…