Zahid Mehmûd
Va te pertew perûkirî
Ber bi sewgir ve dibirî
Giyan û dil nû şadkiri
Kêşa rewa bi rêve birî
Bendewarê dîtna te me
Nexşe war te diyar kirî
Şevbuwêrka min qediya
ring û şewqa xwe hilkişî
Hêvî û raman û moral
Tev geriyan dê tu werî
Nevşe û sitiran va xweşdibin
Pişt dane xewnê lerizî
Perûka min deng vedaye
Va çirawîska rêdikî
Bendera nav cawîdane
keştiya min hembêzdikî
Cerdevana doz rakirî
bo arana tû vexwndkirî
Nijdevana pilan danîn
Salûlê wan min vekirî
Kelemê dagirker danî
min pirijandî bi dest û tilî
Gazinê pûç min qirkirin
tor û davê te cawbirkirî
Hewar bi dawî di hatin
Hebûna te ber çavkirî
Pakrewan min nîşankirin
dayik û yar silavkirî
Teybetî û kesatiya xwe
gorî felata te kirî
Dest pelandim çav gerandim
Feraşîna te bêhinkirî
Nexşe war te diyar kirî
Şevbuwêrka min qediya
ring û şewqa xwe hilkişî
Hêvî û raman û moral
Tev geriyan dê tu werî
Nevşe û sitiran va xweşdibin
Pişt dane xewnê lerizî
Perûka min deng vedaye
Va çirawîska rêdikî
Bendera nav cawîdane
keştiya min hembêzdikî
Cerdevana doz rakirî
bo arana tû vexwndkirî
Nijdevana pilan danîn
Salûlê wan min vekirî
Kelemê dagirker danî
min pirijandî bi dest û tilî
Gazinê pûç min qirkirin
tor û davê te cawbirkirî
Hewar bi dawî di hatin
Hebûna te ber çavkirî
Pakrewan min nîşankirin
dayik û yar silavkirî
Teybetî û kesatiya xwe
gorî felata te kirî
Dest pelandim çav gerandim
Feraşîna te bêhinkirî