Ma divên çawa bim?

Tengszarê Marînî

Min dengê xwe li wir hişt, 
dagirtî stirî, 
mişt girî
hemî heval derketin.

Bakur e û dûr im, 
tu jî dûr î
Kî şûrê xwe jibîr kir?

Ji ser wî tilmanî berjêr bûyî
Bayê sarrr dihat
Dilekî te hebû, xem û evîn
Pirs ji kolanan li çûn û hatinê dikir

Bi kovanan te şev û roj dişuştin
Ohhh va lingê min î bixwîn dide ser şopa te
Ez.., li van welatan digeriyam
Azadiya min bi jehrî ket
Êşa evîna min..
Kirasê sawîrên min veçiriya
Roniya min kiz bû
Li dûv gavên xwe diketim
Ta ez sax bim, leşê min hev bigire
Ta êşê di dilê xwe de hest bikim,
ta çirûskek biçûk agirdanka min derman bike 
ta xewnên min desttêwerdanê di karên şevê de bikin
ta tu serêşiyê ji xewên min re çê bikî
ta welatê min xasan bi tilîliyan beroxir bike
tenê helbestên kelogirî ji min bixwazin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…