Bejnê! Tu li kû ma bû?

Konê Reş

Bejnê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû veşartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin.. Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû.. Gul û kulîlkên te di biharên min de geş nedibûn.. û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de nedixwendin..?!
Wa roka meha nîsanê! Berî te nas bikim, ala xemgîniyê di ser dilê min re vegirtî bû, wek ku çawa niha xemgînî di ser bajarê min re vegirtî ye.. Bi hatina te re, naskirina te re şahî hat û gul û kulîlkên rengîn di dilê min de vebûn..
Bejnê! Va ez mikur têm; di wê kêlîka ku min dêmê te yê esmer û xwînşêrîn dît, zimanê min pêşberî te herbilî û êdî nema min zanîbû çi bibêjim; çi gotina şêrîn di hizûra spehîbûna te de bidar vedikim.. Bawer bike esmerê ku ev yekemîn care ez wiha bê zêrevanî gotinên xwe dibarînim..
Dêmê te yê şêrîn ferhenga gotinan li ber min vekir.. Gotinên te yên evîndarî, hiştin nêrgizên derdora Cizîra Botan û Eyndîwerê bibişkivin û geş bibin û bikenin.. Û wiha ez li bêrîbûna zaroktiyê vegerandim..
Ev te çi kiriye Bejnê? Ez ê ku di nav salan re çûme, di nav kul, derd û xemgîniya bajarê Qamişlo de milevaniyê dikim.. û di nav jiyanek serberdayî de hatime pêçan.. Dema ku ji nişkave rastî dêmê te yê şêrîn hatim min xwe di nav mijankên herdu çavên te de winda kir.. û pê bi pê bi dûv şopa te de kulkulîm.. Bêje, bê ji kû tu ji min re hat..? Kîjan qederê tu anî pêşiya min?!
Bawer bike Bejnê, Ti çekên min nînin ku şerê qederê bikim, ji bil gotinê pêve.. Qet rojekê ji rojan min hez çekên şer û kujekî nekiriye.. Her dem û gav nifretê li şer, kujeran û xwînê dibarînim.. Nexasim ku bira di dêmê birayê xwe de bisekine û şerê birakujiyê dest pê bike.. Xwedê me jê bistirîne.. Çendî xweş e Bejnê ku herêma me, bajarê me û welatiyên me di aramî û tenahiyê de derbas bibin..
Bejnê! Her roj ez di çayxaneya (Mûman) de rûdinêm, wek her carê li hat û çûyên çardiryana di orta bajarê Qamişlo de temaşe dikim û pêre pêre di dîroka bajêr a kevin û nû de diponijim.. û gelek caran bi tirs li rojên ayinde mêze dikim.. Ev tirs dihêle ku ez hezar rûpêlên spî bo te û bajarê xwe Qamişlo dagirim û his û hestê xwe bo we bînim ziman..
Bejnê min tev sikak û kolanên Qamişlo pîvane..! Kevirek di wan de nîna ku min nas nake..! Di ger û geşta xwe de ez pêrgî bi sedan dêm hatime.. Lê dêmekî tenê ji wan dêman ez nehjandime, wek ku dêmê te ez hejandime.. Awirên çavên te ez dîl û hêsîr kirime..
Tu zanî niha min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, şax bin ji gulên te re, wênekêş bin ji wêneyê te re.. Wax ev çi min bi rex te ve dikşîne..?!
Bejnê ez ê bo te gelek tiştan binivîsînim; ew tiştên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrokan bo te bibêjim da ku penaberiya te sivik bibe..
Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê bo te û bajarê xwe Qamişlo bibêjim, bibilînim û bidar vekim..
Bejnê! Dema te berê xwe da oxirê û pişta xwe da felekê, pêre pêre Qamişlo tevî mezinbûna xwe, li ber çavê min biçûçik bû, wek yekî ku tiştekî xwe winda kiribe û lê bigere, ez li te digeriyam.. û wiha gelek caran min ji xwe dipirsî; ev çi dînbûn di hinavê min de ditewire..?! Dawî min ji kaxetê pêve nedît ku ez sebra xwe pê bînim û heyecana di dil û hinavê xwe de li dor te û bajarê xwe Qamişlo sivik bikim..

Qamişlo, 11.02.2013

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…