Strana Evînê (Diyarî ji dildarên vê biharê re)

Cemşîd Bagokî

Ger tu ewrê reştarî bî
Ez baran, xunava te me.

Ger tu bihara rengîn bî

Ez gul û kulîlkên te me.
Ger tu gelî û newal bî
Ez çiya, zimarê te me.

Ger tu rêwiyek winda bî
Ez rêk û rêberê te me.

Ger tu derya bê binî bî
Ez baş kelekvanê te me,

Felek li ser te gerya bî
Ez xan û hêlîna te me.

Ger tu Cizîra Botan bî
Ez mîr Bedirxanê te me.

Ger Qamişloka rengîn bî
Ez Cegerxwînê yê te me.

Ger tu Amûda çavreş bî
Ez Seîd axayê te me.

Ger tu bajarê Amed bî
Ez tam şêx Seîdê te me.

Ger tu bi ol Êzidî bî
Ez çiya Şingalê te me.

Ger tu Badîn û Şêxan bî
Ez Hec û Laişa te me.

Ger tu Edûla Millî bî
Derwêşê Evdiyê te me.

Ger tu şêxa Serhedî bî
Bijîr ez mirîdê te me.

Ger tu Mêrdîna delal bî
Birast ez keleha te me.

Ger tu Hewlêra paytext bî
Ez keleh, minara te me.

Ger tu ew Zîna Zêdan bî
Ez Memê Alanê te me.

Ger tu ew Xeca zerî bî
Ez çak Siyabendê te me.

Ger tu Şêrîna Ferhad bî
Ferhad, evîndarê te me.

Ger tu Nexşê Rewan bî
Ez Rustemê Zalê te me.

Ger tu ew hespa kihêl bî
Ez taze siwarê te me.

Ger tu koçera beryê bî
Ez ew konê reş î te me.

Ger tu asoyê bilind bî
Ez bazê asmanê te me.

Ger tu ew (Bejna) dinasim
Ez heyranê bejna te me.

Qamişlo, 25.03.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...