Kovara Dîwar ku ji serê salê ve weşana xwe ya mehane destpêkiribû, hejmara pêncan jî li pey xwe hişt. Mîna hemû hejmarên din, vê carê jî mijareke sereke ya hejmarê hebû. Di bin sernavê „ Li derveyî welat radyo û bernameyên bi kurdî “ de nivîskar û xwediyên ezmûneyên di warê radyovaniyê de ji bo kovarê nivîsandin. Ronî Ardil li ser weşanên radyoyê li Elmanyayê rawestiyaye û bi taybetî rewşa bernameyên kurdî di rdyoya WDR de. Hacî Kardoxî ku yek ji berpirsiyarên radyoya Aşitî ye ku li Ewrupayê weşana xwe dike ji kovarê re behsa radyoya Aşitî dike.
Hevpeyvîna hejmarê bi Mîrê stirana klasîkî ya Kurdî Hesen Şerîf re ye.
Di beşê gotaran de Mesûd Serfiraz li ser sedsaliya kovara Rojî Kurd û Omer Dilsoz „di romanê de detpêk“ nivîsandiye. Ji bilî wê sê kurteçîrokên Bavê Zozanê û helbesteke Ciwan Nebî bi navê „di cengê de“ cih girtine.
Ji wêjeya elmanî Ciwan Qado sê helbestên Gottfried Benn wergerandine kurdî. Cemîl Oguz li ser belgefimê(Lêgerîna li Zilamekî Şîrîn) ku li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê hatibû nîşandayîn nivîsandiye.
Ji bilî danasîna çend pirtûkên nû, portreya vê mehê ya kovarê nivîskarê kurd, Mulazim Ozcan e, ku niha weku girtiyekî azadiyê di girtîgehên turkiyê de ye.

Şîrove (0)