Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî komîtek zanistye

 Idrîs Hiso

pêş her tiştî , zanst û matmatîk derewa nake, loma çi tişt û karên li ser bingehên zanstî avadibin ew pir bi hêzin û bi xurtî nezî rastiyê dibin …

bi mebesta danina rêbazekê jibo karê fêrbûna zimanê kurdî , mamoste Derwêş Xalib du pirtûk çêkirbûn/Elêfbaya Celadet û pîvana pêwîstya tîpan û Fêrbûna zimanê kurdî seretayî û srbestî li gorî taybetmendiyê zimanê kurdî /  ev pirtûkana berhemên keda salane , ji lêkolînek zanistî li dor taybemendyên zimanê kurdî,
 wek em zanin ziman hemû dighên hev ji alîkî , û ji alîkî din ji hev cudane jî.Di gihên hev go ziman her ew zimane , mirov dikare pê jiyanaxwe biqedîne ,bîr û hizrên xwe bêje , çandaxwe pê avake an bi parêze .
lê ji hev cudanejî çimkî her zimanek taybetmendyêxwe heye…… loma rêbazên fêrkirin û fêrbûnê di navbera zimanande ne wek hevin
wate ,çênabe em rêbazê fêrbûna zimanekî li ser yê din bi kar bînin .
jib o wilo rêbaza ku mamoste Derwêş Xalb daniye jibo fêrbûna zimanê dê, karekî pîroze , li pêşe,û li gor tê nasîn karê pêşye jî li navçeya rojhilata navîn ,û pir hêjayejî  ji bo zimanê kurdî çimkî hatiye darişt li gor taybetmendyên zimanê me.
Keresteyên lêkolînê pir gelekin ,bi qasî 2000 pirtûkane ,ji veçrandina wan,mamoste Derwêş gihaye çend amarên pir giranbuha . go wê rolek mezin bilîzin di hesanbûna karê fêrbûnêde,û pakirina pêşveçûna zimanê me . ji pêv ku ev lêkolîn û amarên go pêkanîne wê bandorek pozitîf mezin bilîze di hesanbûna fêrbûnêde ,û çûna ber bi elêfbayek yekgrtî jbo hemû kurdan ,çi li başûr,çi li bakûr#soran û kurmanc#
Çima pîvana tîpan jimer divê?
Lêkolîna go mamoste Derwêş çêkirye li ser pîvana pêwistya tîpan ,berî ana çênebûye li cem tu kesî çimkî zimanên wek /Erebî,Firensî, Inglîzî,Tirkî û yên dîtir jî / ne hewcey vê pîvanêne ,ji ber elêfbaya wan yekgirtiye , lê di kurdîde ne wisaye ,kurmanc û soran ne bi yek elêfbayê di nivisînin,ev taybete bi rewşa me kurdan ,di encamde xuyakir go pêwistya me bi hin tîpan pir hindke bi qederê go em Karin dest ji wan berdin û bê ku tade li nivisandinê bê .mîna van herdû tîpên go soran bi kartînin/LL , RR / wisa ev lêkolîn bi kêre jbo yekbûna elfebê.  
Ev karê zanstî giranbuha cê şehnazyêye go mirovekî kurd bighê vê asta bilind ,ji lêkolînê go wek wê li navçeya me nebûye ,û jê xuyadke bê çawa yek ji erkê rewşenbîrêmeye go bi westin , û kar bikin ,jibo rêbazek resen ,li gorî taybetmendiyê zimanê  me birêkin , helbet gereke em dûrî teqlîdê bikevin , em karê xelkê kopi nekin ,û kirasê wan li zimanêxwe nekin .çimkî bê sûdeye û bi zimanê me nakeve…
Tê zanîn go gelek kes pirtûkên fêrkirinê çêdikin , navê xwe liser datînin û di weşînin bi mebesta go kurd jê hînî ziman bibn,birastî ev ne pêşketine , ev gelemşeye ,û ev nabin pirtûk , ma kî bi ziman zanibe buxwîne û binivîse kari eynî pirtûka çêbike , Mîr Celadet elîfba danî û çîrok bi dawîbû ,pirtûk ewe a go karibe karê fêrbûnê hesanbke ,a go kari rêbazekê bi rêke ,a go karibe rewşa milet ber çav bigre ,dem,dirav û cî li kurda bi wefirîne ,lê mixabi ev linik kesî peyda nebûye ta ana ,û pirê tiştê em dibînin ,hege ne gişbin , teqlîde ji rêbazin zimanin dî, ne xasim zimanê inglîzî.bêyî ku karekî nû hatibe kirin.ji pêv rêbaza mamoste Derwêş tu karê wisa hîn nîne .
Ev rêbaza zanstî ,ya go bi lêkolîna mamoste Derwêşê Xalib pêk hatiye ,di warê piraktîkîde jî encamin baş dane ,di riya karê KFZK de ,di salên burîde ,nexasim go kurd ana gelekî bi hewcey rêbazekêne , zû, zû bi karbînin , pê hemû gelê kurd bighê asta xwe fêrî zimanêxwe bike.
Karekî bi leze , lê divaye ne gelmşebijî ,divaye bi zanistîbe , resen û xurtbe .
Loma dibînim ev karekî , pir başe , li pêşe û divaye hemû kes, rêxistin û ronakbîr li ser rawestin û rxneke berpirsyne lê bikin , da go em bighên gewdekî ji rêbazek bi sûde,kêr û hesanbe ji bo em zû, zû vê qonaxê derbaskin û kesayetyaxwe , ya go bi ziman , çand û keltûrameve girêdye bi parêzin .


Ev gotar di rojnama EVRO ya li herêma kurdistanê hatye weşandin 19-2-2013z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…