Gaziya zarokên Qamişlo

mihemedê Seyid Husên

Na na
em cengê, teqemîn û hevgariyan
mûşek û qijokan naxwazin
tew naxwazin bav û birayên me
di şerê navxweyî de bêne kujtin
me diya bî, xûşk û birayên sêwî

serên jêkirî û çavên pelqijî
destên lastîkî û lingên darînî hîç me navên
em naxwazin di revendî û mişextiyê de
eware û di bêganeya cnkuj de
derbider destên parsê dirêj bikin
tenha em asîmanekê şînesayî
û xeristeke gulvedayî dixwazin.
       
Na û hezar carî na
em azadîyar û aştîxwazin
ji rojbûyîna xwe ve em li parêzgeha
çiyarêzên kurdistanê baniyane
li dengvedana qehremaniya pêşmergeyan
li stirana şalûr û bilbilan
nihurîna dayika dilovan haş bûne
me tû û nefret daye terorîzma şerûd
çekên wêrankirinê qet me navên
em tîna tîrêja rokê û jîngeyeke
aram û pakîtenah dixwazin.
       
lêbelê
evîna mirovaniyê her armanca meye
reng, deng û dîmenê çakbîn
xwezane û omîd bo me ewin
 ku timî ritma awazên karxaneyan
hûrhûra şivan û qûtqûta cotyar bête me
di saziyên şarewerî de
em hînî netewperweriyê bibin
ji naveroka pirtûkên zarokan
perwerdeyî çanda tekoşînê bibin
ji keda karker û bizava tekoşer
bi berhemên salê yên bêrîn
bi xaka welat ya comerd û pîtdan re
emê her şad û kamîran bijîn.    

Na na
me bilî lîstikên zarokan navê
me dil heye ku li gasîn û yarîgehan
li nêv baxistan û gulîzaran bileyizin
me etarî û robot divên
seqa û mercên hêmen û ewledar
bê rikberiya xwîndar û xirecira nakokîbar
em xweristeke dîlber û hemereng
jiyaneke tendirustî bê êş û derd
nûjiyaneke hemdemî dixwazin
dadî û wekhevî, mehderî û mehrîvanî
destegul arezû û mebesta meye.      

Na na
em tev omîdewarin ku
bêzarî û felaketên berbatiyane
kavilên wêran û talanên mîrate nebînin
tew mayînên bê ewle naxwazin
me finasbîr û Beko Ewan jî
di navgîna xwe de navên
gewretirîn armanc bo me ewe
ku kevoka sipî sîka aştiyê bikşîne
ser zarokên Qamişlo..û  gişê menalên cîhanê.

Na na
tucar me jana helkefta
perçebûnê pesende nekiriye
evraya yekrêziyê bo me
armanca bê hempa û gewreye
me diruşma birakujiyê rûxandiye
em bi nifşên nûhatî lawîn qûnaxê
nûzayên serdemê pir bextewarin
lê ku partî ji partiyê bizê zêdekariye
li bêbextan jî em qet ewle nabin
me ji t.n.t. siyanîd û xerdelê
ji ezmûneya kîmawî barandina
Helebçeya nemir têr xwariye
şewat û perçeyên goşt
cendekên avêtî û guhên jêkirî
xanumanên helweşiyayî..û
kelaxên raxistî me diqutifînin   

Lê hema
emê xwe bi xakê ve bikin dirdirk
cî û warê xoşewîst tucar bernadin
li dengê goraniyên zîz û dilovan
li çîrokên dapîran guhdarî bikin
me divê ji kûr û dûr
awazên evîna şeyda bibihîzin
di nêv pêlên derya hêç de wenda nebin
her na û sedcarî na
bela gernejîna zarotiyê li gerdûnê venemirî
xwazgênî û berbû, semyan û xêlî
bûk û zavetiya agir û avê li darxînin
di berbanga xaweriya cejna zarokan de
mujde û mizgîniyan
bo zayîneke nûhatî bilîrînin. 

…Qamişlo avdara 2004 an

gorîcan@hotmail.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…