Lîsta (110) Hêviya Kurdên Rojava Ye

Mihemed Ebdê
mihemedebde@gmail.com
 

Bê guman dema ku  em Başûrê kurdistanê li bîr xwe tînin berî her tiştî kar û xebata wan tê li ber çavên me , ku vî parçeyê kurdistanê çi qurbanî danî ne, ta ku mîna darekî cihê xwe di ramanên me de çandî ye di hişê her kurdekî hezkerê kurdistanê be çi ji Bakûr, Rojhilat û Rojava, ta bi hemî pêkhatiyên kurdistanî bandora xwe di heşyariya wan de kirine.
 Ji ber ku ev beş ewin pêmayên berxwedan û tekoşerên, xebatkarên û ronakbîrin û şoreşvanên kurdanin di hemî waran û serdemên dîrokî de .
nemaze belavkirina pirsgirêka gelê kurd û nasnameya wan li nav Dewletên cîhanê, bê rawestan . Û ne tenê di hiş û ramanên me de man . Lê di dilên me de evîna xwe çandin û kolan ji nermbûna neynokên me û bîreweriya me ve , ji ber ku navên wan di dîroka şoreşa kurdan de nehatiye birîn û vemirandin , ji sedê salan ta roja îro çi di warê şoreşa çekdarî û ronakbîriyê de be , û ew bûn hilgir û wergirê xetîra geşbûn û heşyariya asta hezrê netewî, belavkirina wê li ba nifşên nû hatî , dest bêk ji Ehmedê Xanî , Bedirxaniyan û Ubeyd Al lah Alnehrî,wek ronak bîr û şoreşvan di çerxa 19””””””””””””””””an de , ta ku Barzaniyan ew xetîr ji dest wan hilgirtin , ji Şex Ehmed Barzanî.Ta bi bavê netewa gelê kurd Barzanîyê nemir û şoreşên ku beşdarî wan bû , yên ku pê rabû û berhemê wan damezrandina P.D.K”””””””””””””””” Iraq di sala 1946”””””””””””””””” ê de.
Li vir em Karin rawestin li ser lîsta (110)an.Em kurdên Rojava çawe wan di bînin . Em dikarin bibêjin ne bi nehênî eşkere, ewin parêzerê pirsgirêka gelê kurd , ne tenê li Başûrê kurdistanê lê belê li her çar barçeyên kurdistanê û xemxwerê azerî, hejarî, eşkence û êşa hemî parçeyên kurdistanê ne , û dijî dagirkerên kurdstanê û dewletên piştgir û hevpar bi wan re şer kir , û bûne dameznênerê yekemîn herêma kurdî azad û xwedî hêz û biryar di nav dewletên cîhanê de bi şêweyekî şaristanî , dîmukrasî û aştiyan e, rêzgritî ye li ba piraniya dewletan . Em karin bibêjin . Ewin welathez û heskerên kurd û kurdistanê ne , ji ber ku pir dûrbûn ji berjewendiyên kesayetî û partîtî û karê xwe di şopandin bê beramber lê tenê Armanca wan rizgarî û azadiya kurdistanê li peyî rêbazek  berz, rêbaza wefadarî yê , qurbanî yê, wekhevî yê, û pakrewanan . Ewin şervan û pêşmergê Eylûl û Gulanê ne yên ku her bostek ji xaka kurdistanê avdane bi xwîna xwe. Lîsta (110)an lîsta rêbaza Barzanî û Barzanîyan ne . Dengdana we ji bo lîsta (110) parastina kurdayetî yê ye, û çespandina mafê her kurdekî ye û hêvîya me ye..

14-9-2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…