Ehmed Mustefa
çavên te sibeha şefeqa xwedê ye
Gava roj hiltê sibehan
ji rûyî teyî fedok kenê xweş tê
bi ser lêvên te yî gezok de şêldikî
Birîna herdu lêvan derman dik e
Bîranînên maçan tînim bîra xwe
Her ku sibehê tê…
di hembêza te de
Bîranînên Zaroktîya xwe tînim bîra xwe
Û li ser sînga te a spî
Xilmaş dibim …..
Û dikevêm…
12.9.2013

Şîrove (0)