Konê Reş û Pirtûka (Ji Stêrên Welatê Qedexe)

  Ev pirtûka Konê Reş (Ji Stêrên Welatê Qedexe), nû hatiye çapkirin û di roja (28.11.2013)an de, ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Duhokê, di nav 31 pirtûkên nû de, ji weşanên (Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê), hatiye çapkirin û di roja 28.11.2013an de, di nav wan weşanan de ji bo imzekirinê, li zankoya Duhokê, di hola konferansan de hatiye raxistin ji bo forotin û îmzekirinê.. Sed mixabin ew derfet nebû ku Konê Reş here Duhokê û vê pirtûka xwe a nû imze bike..
Li dor çapkirina vê pirtûkê Konê Reş a nû wiha dibêje: Ez ji dil û can spasiyên xwe peşkêşî mamoste Kerîm Byaniy edîtorê Rêveberiya Çap û Belavkirinê li Duhokê dikim ku ev pirtûka min wiha bedew çapkirine.. Pirtûk ji 255 rûpelan pêk tê.
Hêjaye gotinê ku ji encamên keda Konê Reş a bi salan, îsal 4 pirtûkên wî bi zimanê kurdî hatine çap û belavkirin û hin jî bi rê de ne, amade ne ji çapê re:

  1. Dîroka Rojnamegeriya Kurdî li Sûriyê û Libnanê, li Duhokê.
  2. Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan, li London û Tirkiyê
  3. Helbestên Zarokan, li Amedê.
  4. Ji Stêrên Welatê Qedexe, li Duhokê.
  5. Di sala derbasbûyî 2012an de jî, pirtûka wî Dîroka Qamişlo, bi zimanê erebî hatiye çap û belavkirin.

    Fermo diyariya Konê Reş a vê pirtûka wî a nû bixwînin:
    (Mijarên vê pirtûkê (Ji Stêrên Welatê Qedexe), di çax û demên têvel de hatine nivîsandin. Ji 30 stêrên geş pêk tê.. Her stêrek li gor  ronahiya xwe xeber dide û li gor navê her stêrekê min derfet daye ronahiya wî..
       Ez kêfxweş dibim ku xwendevanên zimanê kurdî li ber ronahiya van stêran ber xwe bibînin û rêçikên durist di pêvajoya xebata rewşenbîriya kurdî de, ji xwe re bibijêrin û her wiha xwe ji xebatê bê par nehêlin. Her yek ji rex xwe ve kevirekî di avahiya rewşenbîriya kurdî de deyne..
       Bela serboriya van stêran ji me re bibe navtêdan, dehifdan û sorkirin ber bi parastina ziman û rewşenbîriya kurdî ve..)

Cemşîd Bagokî

Qamişlo, 01.12.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…